Toplam 3 adet sonuctan sayfa basi 1 ile 3 arasi kadar sonuc gösteriliyor
  1. #1
    ZiLan - ait Kullanıcı Resmi (Avatar)
    Title
    [email protected][email protected]
    Üyelik tarihi
    13.Mayıs.2009
    Mesajlar
    11,498
    Konular
    7848
    Aldığı Beğeni
    11
    Verdiği Beğeni
    0

    Rewsa Kurdên Anatolîya Navîn

    Rewsa Kurdên Anatolîya Navîn

    Li bakurê Kurdistanê pisht serhildanên di salên 1920´î, 1930´yî, 1940´î û hetanî cend sala ber tevabûna 1950´yî de, dijî Kemalîzmê serhildanên Kurda hebûn, bi ê min di sedsala 20´a da sala 1950 sunde sîyaseta Kurdistana bakur de bêdengî û sekinîn hebû. Va bedengîya hetanî salên 60´î-destpêka 70´yî dewam kir.Li bakûrê Kurdistanê Zulm û zordarî li hate kirin, Kurd bi sedhezaran hatin qirkirin û Kûrdistan hatibû talankirin. Diroka Kurda û zanîngehên Kurda hatibûn xeraw kirin. Motivasyona Kurdî netewî di bêhnî Kurda de hatibû pasîvîzekirin.

    Di serhildanên destpêka komara Tirkîyê ya Kemalist de Kurdên Anatolîyê tu rollê wan bercav ji gelêe xwe yî Kurdistanê re tunebû. Jiber sedema sert û surutên surgune, kocberî û hendikbûna teknîka komunikasyonê (Telefon, Internet, Tv, Radyo), grêdayîna Kurdên Anatolîyê û Kurdistanê te birrîne. Tabî îstîsna hene, zana û Kurdên dilsoz (wek Dengbêj) bi Kurdistanê û Kurdên ji Kurdistanê ve didan û distandin.

    Dîsa li bakûrê welêt, di salên 70´yî, 80´yî, virde rewsa kurda a sîyasî di pir pêvajoyek balkês re derbasbû. Meri objektîv û bê teref mêlê xwe pêde, dikane analîzên balkêsh bide ber cava. Bi ê min; „welatparêzî û Neteweperestîya Kurdistanê û Hesharîxwebûna Kurdên bakûr bi motivasyonekî ceptî, Sosyalîstî destpêkir. Jaxre cend grubên kû keti bûn bin tesîra, hareketa Bashûr a Mela Mistefa Berzanî a kû bi muhafazakar Tradisyonel, Kurdperwer dihat naskirin.

    Generasyona salên 70 î û 80´î de Kurdên Anatolîyê di nav sîyaseta bakûrê Kurdistanê de rollek mezin lîstin. Di van salan de.hereketên cep ên Kurd PKK, PSK, KUK- KAWA; Rizgarî, hatin avakirin. Ji hêla din ve partîyên Muhafazakar wek PIK, KDP-li bakur jî di vê demê de hatin avakirin. Destpêka damezrandina van partîya wekî her Kurdekî, Kurdên me jî di bin tesîra mucadela Millî ya Kurdên bakur û hema hema di nav her kadroyên partîyên Kurd da, Kurdên me jî cîh girtin. Em wek Kurdên dilsoz ji vê pir razî û serbilind in.

    Di salên 70´û ´80 yî de welatparêzîya sîyasî wiqas pêshketî nebe jî nasnameya Kurd pêshketî bû. Ji %90 ê Kurda bi Zimanê Kurdî dengdikir û dikarî bi kurdî xwe îfade bike. Wek min li jor jî îtîrafkir ku „welatparêzîya Organîzekirî û sîyasî bi destê Kurdên cep kete nav Kurdên bakûr“. Dîsa meri vê rastîya han jî bîna ziman ku “bi destê ideolojîyên cepên Kurd û bi destên“Mizgeftên olî jî Zimanê Kurdî hate wenda- û cumkirin.Cimkî dujmînê cand û nasnama Kurd bi tishtekî tenê “bi bîr û bawerî û ideolojîyan“ dikanîn me asîmîle û tune bikin. Him em bê bîr û bawerî him jî em bê nasname û bi taybetî bêziman hêshtin. Kurda ji Zimanên Curbecur kîtabên ideolojîk wergerandin Tirkî, tekilîyên wan bi temamî bi tirkî bûn. Soreshkerên Kurd hemî bûne “Kurdên tenê Tirkîzan“

    Em Kurdên Anatolyê xwe ciqes xwe bi bîrnekirina Zimanê Kurdî bipesînin hendike. Lê meri vê pesandinê tenê ji generasyona salên 60´î 70´yî û 80 yî re bike bimin hîn realistir e. Cimkî îro hêdin jaxre kurke gunda kesî bi Kurmancî dengnakê û fahm jî nakine. Li gor dîtina min êdin genarasyona huro xwedî li nasnama Kurdî jî dernakevê “Kurperwerî wek kevneparestî“ dibînin

    Derketina Kovara Bîrnebûn û Vegerê ji bo Ziman û Nasnameya Kurd destpêka guherîn û ji nûva helkishtina Nasnameya Kurd li Anatolyê bû. Hîn di nav civaka Kurdên me de Kurdî ne zimanê xwandin û nivisandinê be jî derketina van herdu Kovaran liser Rewshenbîrên ku meri dikare bi tilîya bemcire têsîr kir.

    Liser herdû Kovara dikanim bêm ku: herdû Kovar û derketina van Kovaran bo me Miladek be jî,
    kesên li der û dora van civîyane ne ku bi Motivasyonek ku Kurdên vê herême bi tun hembêz bike hatina damezrandin. Wek Clûbek Kurdên Anatolyê di nav Partîya xwe de hatine cem hev.. Dibe ne analîzakî rast be jî. Lê tu ismareke dina ku em bibînin tune ye. Yanî her Kovar ligor sîyaset û berjewendîya Partîya xwe hatîye organizekirin. Ez dikarim bi cesaret jî bêm ku van herdû alî jî dijî Organîzekirina sîyasî û serbixwe ya Kurdên Anatolyê ne.

    Di cend salên derbasbûyîn gelek Komelên Gundî û heremî yên Kurdên Anatolyê hatin damezrandin. Bi damezrandina van komelan me û rewshenbîrên Bîrnebûn, Vegerê û min jî serê xwe heyna û pê îftîxar kir. Bimin îshê dewleta ku Kurdan asîmîle dike kirin. Ci kirin ? Rê cekirin chi cekirin Kanî chekirin? Ci chekirin? Kanalizasyon Chekirin hatta gotin cendeka ji mektewên tirkî re malzeme shandin e, chandeka jî mektewên zimanê tirkî chekirin e. Navê pira jî bi danîn e.

    Gelo van komelan bi dîtina we ci karî ? Xizmet ji zimanê Kurdî û Kultura Kurdî dikin? Gelo kesên pêshengîya van komela dikin ciqes ji kultûr û Zimanê Kurdî hezdikin? Liser pirsgrêkên nasnameya Kurdên Anatolyê cend projeyên wan hene?

    Dîsa malper û weshanên Kurdên Anatolyê ci karî dikin. Ferqa Malperên me û Malperên Tirkên Anakarê, Qonyê, Kirsehîrê ci ye? Ferq tune ye her du jî ji sedî % 98 bi tirkî ne.

    Bi rastî jî anatoliyanavîn.com bi tenê, bi serê xwe dengê Kurdên Anatolîya Navîn e. Cima? Cimkî ez ji genarasyona sîyaseta herdû Kovaran dur bûm. Ji herdû alîyan jî rexne hatin, rexneya heri balkêsh va bû: Armanca te ci ye?

    Armanca me di
    www.anatoliyanavin.com de bercav e. Grêdayî tû Ol, Mezheb û ideolojîyan nîne. Lê Ol bawerî û îdeolojîyek minî sexsî heye.

    Livir birêz Hesen Akbal (Hesenê Alê)wek sexsekî ku ez nasnakim, û bi rastî jî pir dîtin u îdeolojîya min bi a wî ve neyek in Pîroz û silav dikim. Kurdên Anatolyê benda sazî û hevkarîya yekbûna rewshenbîrê xwe ye.

  2. #2
    hejaa - ait Kullanıcı Resmi (Avatar)
    Title
    KeçiKa Amedé
    Üyelik tarihi
    01.Ocak.2009
    Mesajlar
    2,785
    Konular
    1480
    Aldığı Beğeni
    5
    Verdiği Beğeni
    0
    Emegine saglık.......

  3. #3
    DaĞLaRıN KıZı - ait Kullanıcı Resmi (Avatar)
    Title
    Aileden Biri
    Üyelik tarihi
    23.Ocak.2009
    Mesajlar
    6,055
    Konular
    2147
    Aldığı Beğeni
    0
    Verdiği Beğeni
    0
    emeğine sağlık spas...

Benzer Konular

  1. Cevap: 0
    Son Mesaj : 28.Mart.2010, 10:43
  2. Kurtedîroka Çîroka Kurdî
    Konu Sahibi DerDoCan Forum Çiroken Kurdi
    Cevap: 1
    Son Mesaj : 08.Ocak.2010, 19:17
  3. Em jı ku hatın?
    Konu Sahibi EldiN Forum Dirok,
    Cevap: 0
    Son Mesaj : 11.Nisan.2009, 13:43

Bu Konu için Etiketler

Yetkileriniz

  • Konu Acma Yetkiniz Yok
  • Cevap Yazma Yetkiniz Yok
  • Eklenti Yükleme Yetkiniz Yok
  • Mesajınızı Değiştirme Yetkiniz Yok
  •