Posted Gulan 21st, 2008 by Cankurd
Xwendineke rexneyî
Cankurd
Ev novela Hesenê Metê li Swêd ji aliyê (Apec Förlag AB / Stockholm) ve di bin vê jimareyê de hatiye derxistin: ISBN:91-89014-76-6. Pirtûk biçûk e ji 88 rûpelan e û li ser qabê wê yê serekîn, ku bi rengê rûnî ye, destwêneyeke Evîn Çiftçî heye.
Berî ez xwe tev vê tofanê bikim, ez dibêjim, ku zimanê novelê xurt û hêja ye, asan e û bi Kurmanciyeke hostayî hatiye nivîsandin, tê de hinek wosheyên bi zarê erebî bi ber çavên min ketin, lê bi rastî Kurmanciya Hesenê Metê bo nivîsandin û bêjtina çêrok û romanên kurdî ye. Vî camêrî xwe gellek westandiye û berhemeke kurdî ya payebilind avêtiye trat û meydana nivîsandina bi Kurdî. Hesenê Metê di vî rezî de gellek bi hostayî berdestiya mêwên xwe kiriye, û lew re goshiyên tiriyê wî, ku rengarengin û dagirtî û shîrînin, di bazara peyv û nivîsînê de, mîna goshiyên rezvanekî pêzane û jêhatî ne.. Tu dibê, qey ew hîç ne li dervey welêt ji zû ve dijî, hikariya dûrbûna ji axa welêt ve li zimanê wî nebûye û li gundên di kûrantiya Kurdistanê de dê cotiyarên me yên nexunde jî têbigihînin wate û mebesta wî û dê ji zimanê wî xweshnûd bin..
Novela Tofan rêzgirtina çand û bihaneyên netewa kurd e û tazîkirin û riswakirina bêçandebûnê ye. Rêzgirtina shêxê qelema kurdî, Seyda Ehmedê Xanî ye û ji nû ve vejandina kesaniyeke mezin e di cîhana nivîsevaniya kurdî de, ew jî Bekoyê Ewan e.. Yekî ne hostayê nivîs û ne sharezayê çandeya kurdî be nikare, lê Hesenê Metê ev kesaniya, ku Iblîs bi xwe ji wî vediciniqe gava li ber xwe dibîne, ji nû ve vejandiye..Di vê serdema me de, tevî ku navê Bekoyê Ewan (Li herêma Kurdaxa - Çiyayê Kurdan di destana Memê Alan de bi navê Qumsiyê Beko tê navkirinê) li her deran tê lêvkirin û li welatê me gava yek ji yekî dixeyide, dibêjiyê: Tu Bekoyî! Lê dîsa jî - di vê novelê de- li gor hinekan mirovekî sade ye, hejar e û nikare avê li destên wan bike.. Hesenê Metê Beko vedijîne, bi zimanê wî dipeyive û ji Seydayê nemir Ehmedê Xanî re rewsha gelê kurd tîne ziman, ku niha Bekoyek malwêrantir derketiye û ya Xwedê û ya Sittar..!
Lê mixabin! Di novela, ku (88) rûpelin, dora (38) rûpelan tev li ser mijara pêbawerkirina, ku ev kese Bekoyê Ewan e, derbaz dibin..Ez nizanim çima wilo ev mijar wilo dirêj e..ya duwemîn, gava Hesenê Metê, ku çêrokbêjekî mezin e bi xwe dibêje; navê Bekoyê Ewan li her quncekî Kurdistanê heye û teviya gelê me dizane ew çi kes bû û siniç û taybetiyên wî çi bûn, ma pêdiviya shirovekirina dirêj bo danasîna wî çî ye?.. Lê bi rastî Hesenê Metê tevî vê yekê jî bi zanabûn û jîrbûn tê ser mijara serekîn di novela xwe de, tê ser tofana, ku netewa kurd îro ji ber dinale û dihêle, ku Bekoyê Ewan ê evqas nerindî û neqencî di serdema xwe de kirine û bo wê yekê jî bûye ciyê nevîna (kurha) netewekê ta ebed, bi çavên xwe dibîne, ku kesekî kurd, lê ne ji Botanê ye (Cîhangîr), derketiye û deh kesên mîna Beko nema dikarin avê li destê wî bikin û zimanekî bi kar tîne, ku babagît û ebaboz û serberdayên kolanan jî bi kar nînin, bi dijûn û xwepufkirinê teqiya ye, pê li seriyan dide û piraniya gel ji xwe re kiriye kole û pêkevên, ku ji wî re serî çemandine, xwe biçûk kirine û tenê ji wî re çepikan lêdidin û mîna sofiyan ji wî re bûne pesend..
Gotûbêj, dialog û bi hev re peyivîn çêrok û romanan xurtir dikin, xwendevan bi xwe ve dizemirînin û nahêlin ew ji wan cuda bibe. Dialoga Hesenê Metê jî gellek xurt e, asan e û kurmanciy e..Ne dialoga fîlosofan û dibistanên bilind e..Bi Xwedê tenê wilo mirov dikare bîr û baweriyên xwe bigihîne xwendevanê xwe û bi taybetî li welatekî mîna Kurdistanê hîn li shûn maye, lê mixabin! Dialog lat û acetê shano ye, ne yê roman û çêrokan e, wî jî mîna nivîskarê hêja Lokman Polat (binêr roman a Fîlozof) giranî daye ser dialogê û çêroka xwe li ser vê bingehê ava kiriye..Lê ne çewt e û ne kêmaniye, ku mirov acetekê ji dereke din bîne, bo maleka xwe pê ava bike, giring ewe: Ka ew malik bash e an ne..û Tofan jî gellek bash e..
Wek nivîskar bi xwe jî gotiye; vejandina Bekoyê Ewan ne ji bo pêdakirina nebashiyê ye û tev li hevkirina civakê ye, lê bi mebesta, ku mirovatî ji kiryarên wî fêr bibe, lê xuya ye, ku Kurdên wî, shêniyê welatê wî, mirovên roj bi roj serlêdana gora wî dikin, bi xwe nikarîn ji seydayê nemir Ehmedê Xanî fêr bibin, ka bo çi wî ev Beko wilo nîshan daye ...Nivîskar di fantaziya xwe de me li gel xwe difirîne, ji nav trafîk û hêlehêla zarokan, ji nav xumxum û gumguma fabrîkan bi xwe re direvîne, di ser oqyanûsan re dibe welatê Mem û Zînê, ziq li ber Cîhangîr datîne..Hey wax! Tuyê kî ve birevî ey xwendevanê tî û birçî.?! De were guh bide Cîhangîr û li rewsha sofiyên wî binêre.. Bi rastî gava min kurteçêroka (Hespê talanê) ji dostê nivîskar (Shahînê Soreklî) re hinartiye, ewî ji min pirsiya, ka ez dikarim li ser (Sofîtiya nûjen a Kurdan) jî çêrokekê binivîsim..Min gotê: Erê ez li ser dinivîsim..Lê pishtî min Tofan a Hesenê Metê dît û xwend, êdî çi pêdiviye bi nivîseke din li ser vê babetê..Ewê ku dixwaze kezeba xwe hîn bêhtir bisojîne, divê pirtûka hostayê qelema kurdî Zênilabidîn Zinar (Fermana 33 Rewshenbîran) bixwêne..Lê bêguman! Kezeba Hesenê Metê jî hatibû sotîn gava ev Tofan bi ser xwendevanê kurd ve aniye..
Kesaniya Cîhangîr jî kesaniyeke rast û req e, hishk e, ters e, ne dêmenê wî dêmenekî, ku mirov jê hez bike û ne jî silavî û birayka wî ji mêvanan re mîna silavî û birayka Kurdan e, peyvên wî pirrin, lê mirov tênagihîne ew li ser çi mijarê ye û wek nivîskar dibêje; hîç pêdivî nîne, ku mirov bizane, ka ew li ser çi mijarê ye..çi dibêje. Lê dîsa jî li ba sofiyên wî wan hemû bêjeyên, ku ji devê wî dertên, mîna bêjeyên (Lewh’ê Meh’fûz in), ewan stoyên xwe ji wî re mîna qelazên avê xwar dikin, navê wî bi payebilindî hildidin “Mîna ku bikevin silawatê..”
Cîhangîr ne mîna sultan û serekên din tenê deselatiya xwe dike, ewe mîna Fîronê Misirê dibîne, ku mirov bi destê wî hatine afirandin, wî netew pêda kiriye an ji mirinê vejandiye..û pêkev û sofiyên wî ji wî bawer dikin, an jî newêrin bêjin, ku ev derew e: “Dixwazim bibêjim em ji nû ve hatine xuliqandinê, can daye me, xwîn daye me, cesaret daye me, shexsiyet daye me, sheref daye me, namûs daye me, hezkirin daye me, rê daye me û bi xwe jî..û cenabê wî bi xwe jî daye pêshiya me.” (R.58) Min jî berê kurteçêrokek li ser aliyekî kesaniya Cîhangîr nivîsandiye, bi navê (Evdikê Çolo- Binêr Gundê Dîna).
Lê tishtek vî camêrê afrîndar dixeyidîne, ew jî hebûna hinek kesên nebawermend di rêya wî de, mîna wan sî û sê roshenbîrên, ku ji wî xwastine; bila gotinên nebash û dijûnan li ser heval û gelê xwe li ber cîhanê neke..Hesenê Metê pirsa histobariya roshenbîriyê di vir de gellek bi hostayî davêje tratê..Tizbiya resh a di dest Shêx de jî ji 33 liban e, ew davêje pêsh sofiyan û ewan bi solên xwe pê lêdikin..Lê bi rastî ne tenê (33) roshenbîran devê xwe li hember Cîhangîr vekiribûn..
Hinek hejaran jî berê devê xwe vekirin û mirin dan ber çavên xwe, ewan hatin qirkirin û navê xiyanetiyê bi ser malbatên wan de mîna bayekî pîs hat ..Ê min bi xwe bi (RBC) li trombêla min dan û sotandin, wek çawa tu li hember tangeke leshkerê tirk raweste, ku min mehf bikin, lê Xwedê kir, ez bi xwe di wê navê de li dereke din bûm û du kesên bêgunah hatin birîndarkirin..Rê li zarokên min û dayîka wan jî girtin, ku trombêl û passportên wan bisotînin, lê Xwedê ewan jî paristin û bizavên welatfiroshan badilhewa çûn, gellek caran mirov shiyandin û gef û gurr dan min û hinekan ji wan bo min gotin, ku wan bi xwe du caran jîna min ji dijwariyên mezin qurtal kiriye.. Lê dîsa jî gava Cîhangîr ketiye nav destê sultanê xwe min mîna zarokekî giriya û min hozaneke bi sotîn nivîsand, lê min her û her gotar û çêrok li ser Cîhangîr nivîsandine û ta niha jî dinivîsim û bo çêrokeke ji wan jî (Shehzadê berfanî) min xilatek girt..Gotarên min ên bi erebî jî di rojnameyên Kurd û Ereban de dîdarên vê rastiyê ne.. Hema mixabin! Tishtê ku bi seriyê hejaran tê ne mîna tishtê, ku bi seriyê roshenbîran tê..kes yê hejaran nizane û nabihîse û ewan bi xwe jî li ser xwe belav nakin, ewana bêdeng û dengvedan dimîn..
Gava Cîhangîrê Hesenê Metê diçe nav Firengan êdî sofiyên wî bawer dikin, ku ew çûye “Zept-î a’lemê” bike. Lê ew xwe biçûk dibîne, gava dibêje, ku ew ji ber dayîk û ji ber welatê xwe fedî dike û ewî hez dikir, ku li ciyekî dî û ji dayîkeka dî bibuwa..
Hesenê Metê bi shêweyekî sade bingeha deselatiya Cîhangîr tîne zimên, û di vir de filmekî bi navê (1984) tê bîra mera. Ew fîlm jî li ser hovbazekî ye, ku hîç hembervaniyeke çandeyî li ber xwe minê nake, ew hemiyan dike mîna pezekî bêdeng û bêkesanî.. Hesenê Metê di Tofan de wilo dibêje: “...meriv peran berhev nekin û nedin wan, meriv ji wan re li çepikan nexin, meriv bi serê xwe bifikirin û bi zimanê xwe bipeyivin..a wê çaxê meriv h’eram û xayîn in..” (R.69)
Nivîskarê Tofanê ji dest gotinên vala, ku têne guhê wî, ji ber pirbûna çepiklêderan û pufpufkan, navê “dem- î zirzopan” li serdema me kiriye, ev serdema, ku tê de Cîhangîr Botanê tar û mar dike..mêrên tevan dixesîne, dike kole...
Botan carinan bi navê Buhtan tê naskirinê û Buhtan di Erebî de bi wateya (Derew) e..Hesenê Metê vê yekê dizane û ji ber vê jî pir hêja li ser vê serdemê radiweste..Heywax ! Serdemeke tal û vala ye tijî zirzop û munafiq e..Li ba Hesenê Metê ev Cîhangîrê hêzdar mîna gewendeyekî an qereçiyekî dixuye, ne mîna mîrên Botanê yên paqij û bi rûmet, ewên ku di destana Seydayê nemir Ehmedê Xanî de dijîn û bi rastî jî li Kurdistanê jiya bûn..Botan li ba Hesenê Metê bûye gola req û beqan, ne çemê wê û avahiya wê û ne ba û tava wê bi dilê wî ne..Tê de mirovkuj û nandozan hemî cî û war kavil û wêran kirine..
Di vir de tishtekî pir hêja aniye zimên: Tevî ku mîrên Botanê berê Bekoyê Ewan lê belê “dilê wan teniktir, gotinên wan girantir dikirin. Meziniya wan rê ne dida wan ku gotinên naxwesh nêzîkî xwe bikin û peyvên ebabozî bidin ruyê hinekan. Danediketin pîvana pêxasên kolanan û bi zarê wan nedipeyivîn..” (R. 81)
Hesenê Metê herdu serdeman, ya Mem û Zînê û Bekoyî dide ber serdema niho li Kurdistanê û dihêle Bekoyê Ewan vê bibêje: “..Lê ev gelacên îro, hesha ji cenabê te (mebest Ehmedê Xanî ye) dibêjin meriv wan nake ber keran. Xêr û guneh li hustuyên wan, lê dibêjin ev gelacên ku îro navê min di devê xwe de dikine benîsht, li ba wan evîn tune ye, hezkirin tune ye..dev ji hezkirina yar û cîranê berde, dibêjin li ba wan meriv nikane ji dê û bavê xwe jî hez bike, dibêjin li gor wan ev tishtên welê memnûul emelin.” (R.84)
Wek çawa fantaziya Hesenê Metê ya nivîskarekî mezin e, wilo jî Kurmanciya wî fireh û berhemdar e..Gava ez pirtûkeke kurdî dixwênim, ez defter û qelemê xwe bo nêçîriya shor û wosheyên kurmancî amade dikim û bi tab û tewat mîna masîvanekî çengelê davêjim nav zireya wê berhemê..Bi rastî min ji mastê vî nivîskarî, ku bash hatiye keyandin gellek shorên kurdî civandin..Mastê vî camêrî jî mîna yê Zênilabidîn Zinar pir bi rûn e..
Di her çêrokekê de nameyek “Messag” heye û di Tofanê de li taliya gellek bîr û baweriyên hêja van rêzik hatine nivîsandin:
“Her kîyê rû ji vî erdî ( mebesta Kurdistan e) bade, ruyê wî ê resh be.
Her kîyê ku bêbextiyan li ax û ava vî erdî bike, ax û ava resh ê di çavên wî de were û ew ê têr nexwe.
Her kîyê ku zimandirêjiyê li vî erdî bike, ziman ê di devê wî de biwerime û deng ê jê neyê.
Her kîyê ku destdirêjiya evî erdî bike, dest û pêyên wî ê biçkê û ew ê têkeve ber destan.
Her kîyê ku bike bi îzet-î nefsa vî erdî bilîze, ew ê rezîl û riswayê alema jêr û jor bibe.
Li qir û taliya a vê xwendina rexneyî ez dikarim vê ji xwendevanê kurd ê hêja lava bikim:
Tofan a Hesenê Metê bi hûrnêrînî bixwênin, hûnê tê de rastîniya welatekî sershikestî û neteweke birînkirî tê de bibînin.
Destên te sax birayê hêja..