-
Colemêrg
Colemêrg
Colemêrg navê navçe û bajarekî Botanê, di parêzgeha Hekariyê de ye. Colemêrg di nav sînorên Komara Tirkiyêyê de ye. Navê wî yê tirkî "Hakkari" ye. Bi Colemêrgê gelek cara Çolemêrg jî yêt gotin. Hem Çolemêrg û hem jî Hekarî navêt gelek dîrokî ne. Çolemêrg navê bajar û navenda Hekarî yê bûye, lê belê Hekarî navê mîrgehê bûye ku li gelek herêma diçêbît. Herêm û bajarêt girêdayê bi wê mîrgehê ra ewene: Þîkeftan, Þîwelan, Masero, Suwartan, Kemerburc, Þîno (Çolemerg), Çal, Ertoþî, Teyarî Jêr û Teyarî Jor, Hemîdîye (Xoþab), Gever (Bajêrgeh-Duz), Oramar, Þemsdînan, ElkîÞatax, Mukus, Wan, Karçîkan, Norduz, Ebaĝa, MehmûdiyeXavasor, Arçak, Tîmar û Esporkan Erdîþ, Bergîrî, Duzespî, Eleþgirt, Menapert, Selmas (Selemast) û Surmelî. Sînorêt Hekarîyê carcar li wan herêmêt bas lê hatîye kirî kêmtir bûn.
Þerefname dibêjît damezrêner û bav û bapirê mîrên Hekariyê Þemsedîn bûye. Hekarî li bin destê mîrê mezinê Kurda Selahedîn Eyubî da bûye. Paþi Melik Kamilê Eyubî, li sala 1218-a zayînî, Hekarîy yê ketiye bin destê Melik Adili.
Yêkmîn Mîrê wê binemalê ku Þerfname bas lê diket Yezdan Þêre (ku bi ’Erebî ’Izz al-Dîn Þêr yêt gotîyê), ku ķelata Wanê li hember Teymuri Lengî li sala 1387-ê zayînî yê girtin.
Di nawbenda sala 1460 û 1465-ê zayînî da Qere Qoyûnliya Hekarî dagêr kirin û Mîrêt Hekarîyê li ĥukum êxistên û mîretî dane malbata Kurdêt Donbulî. Bigotina ansiklopediya îslamê, Dombulîya, bi harîkarîya Aqqoyûnlîya, ķelata Bayê li Þemsdîna li gel beþek Hekarîyê girtine bin destê xwe.
Hinek têcirêt Asuriyêt Hekarîyê ciwab dane yek li zelamêt binemala mîrêt Hekarîyê binavê Mîr Esededînê Çengzêrîn, ku hêzek ji Kurdan berhev kiribû û çubû xizmeta ĥakimê Misrê. Mîr Esededîn vegerîya Hekarîye û mîretî bi þer li Donbulîya wergirt û carek dî mîretîya bav û bapîra bidestîna . Ewê binemalê paþi hingî navê Þembo girte xwe.
Li dewrê Têymur Lengi Diyarbekir girti, ewi kesek bi navê Qere Osman kire mîrê Hekarîyê. Nikitine li wê baverîyê ye ku ewi Qere Osmanî li gel kiçe Kurdekê li binamala mîrêt Hekarîyê dawet kir û bû sebeba serkewta wê binemalê.
Li dewrê Þah Ismaîlê I (yêkê), serokêt Þembo (Mîrê Hekarîyê) li ķelata Bayê li Þemsdînan, dijîn û ĥukum dikirin.
Ewê binemalê ĥeta nîva sedsalêt 19:a zayînî li Hekarî û Elbakê ĥukum yê kirî. Mîrê herê dawîyê wê binemalê Nûrula Beg bûye, ku paþî zortir basa wi dêhête kirin. Nûrula Beg paþi birayê xwe dibîte Mîrê Hekarîyê û paytextê xwe li Colemêrgê diguherîte Elbakê.
Nûrula Beg yêk li bihêztirîn hevkar û yêkgirtîyêt Mîr Bedirxan Begê Botanêmisiyonerêt Emrîkî, li wi dewri, pêþî Mîr Bedirxan Begê Botanê mîrêt Hekarîyê gelek li mîrêt Botanê bi hêztir bûne.
Erdnîgarî û sînorên bajêr
Bajar di nav parelelên 36° 57´ û 37° 48´ bakûr û merîdyenên 42° 10´ û 44° 50´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Wanê, li rojava bi Þernex û Sêrtê ve, li baþûr bi Dihokê ve û li rojhilat jî bi Ûrmiyeyê ve tê girêdan.
Taybetiyên erda bajêr
Pîvana erda herêmê 9.521 km² ye . Piraniya erda herêmê ji çiyayan pêk tê. (87,6%), deþt (2,1%), plato jî (10,3%) ne. Ji ber çiyabûna herêmê çandinî kêm tê çandin. Tene û gûz ên herî pir in ku li herêmê tên çandin. Li geliyên herêmê, birinc, kuncî û fêkî jî tê çandin.
Avhewa
Li herêmê du cureyên avhewayê hene. Ber bi aliyê çiya ve avhewayeke sar, reþahî û li deverên geliyan jî avhewayeke Behra Spî serdest e. Herêm zivistanan pir sar û dirêj , havînan jî hênik derbas dibe.
Nifus û navçeyên bajêr (1997)
- Colemêrg (navend) (Hakkari), 73.221(1997)
- Çelê (Çukurca), 15.778(1997)
- Þemzînan (Þemdinli), 38.816(1997)
- Gever (Yüksekova), 91.530(1997)
Tevahiya nifûsa herêmê tevî gundan 212.486 (1997)e. Tevahîya gelhê herêmê 246.469 (2007)
Çiyayên herêmê
Reþko (Geliyê þîn 4.135 m), Durek (4.060 m), Maunsel (3.850 m), GelyanoGarê (3.460 m, Geverokê (3.356 m), Termo (3.275 m), BarêdaloÇiyayê Reþ (3.630 m).
Deþt û zozan
Deþta Gewerê (li dora Çemê Nihêlê ye (175 km²), deþt 1.900 m ji behrê bilind e. Geliyê Xabûr (di navbera çiyayê Termo û Tanîn de ye.), Geliyê Avarobaþîn (di navbera çiyayê Cîlo û Sat de ye). Geliyê Zapê li dora çemê Zapê ye. Geliya Þemzînan jî li rojhilata bajêrê Çolemergê ye. Zozana Kanimahan'e li dora gunde Çarqela ye.
Çem û gol
Li ser çiyayên Cîlo, Sat û Reþko, golên krater hene. Gola Gelyana li çiyayê Reþko, di 2.950 m bilindbûnê de ye. Dirêjbûn û firehbûna golê 300m û 250 m ye. Gola Þîn, Seyidxan û Golan jî li ser çiyayê reþ in. Hinek gol jî li ser çiyayên Satê ne.
Ji çemên Avarobaþîn, Þemzdînan û Hacibegê Çemê Zapa mezin pêk tê. Çemê Xabûrê jî þaxek Çemê Dîcleyê ye.
Serwetên bin erdê
Li heremê madenên bin erdê heta nuha jî peyde nebûne. Tene asbest li hinek deweran hatiye dîtên lê hîn ne hatine bikar anîn.
Babetên heywanan
Ji ber ku herêm pir bi çiya ye, heywanên ku li ser çiya dijên li herêmê pirtir peyde dibin. Wek; Bizin û mî yên çiya, hirç (li hêla Þemizdîna û Çelê), rûvî, gur, keroþk, kew û werdek yên herî pirin ku li herêmê peyde dibin.
Ol û civak
Nifûsa herêmê piranî musluman in, ji mezhebên þafî ne. Kêm hiristiyan jî li heremê hene. Tirbên ku ji alî gel ve tên ziyaret kirin jî hene. Wek Tirba Gulareþ, Ibedullah Nehrî (li Þemizdînan)
Xwarênên herêmê
- Gulûl: Ji mast, birinc, savar yan jî garis çêdibe. Dew tê kelandin, birinc yan jî bulxur dikeve navê û hinek din jî tê kelandin. Ji ser agir tê girtin ku heta sar û tîr bibe. Rûn sor dibe û bi ser de tê reþandin û serwîs dibe.
- Kêpayî (hûrên dagirtî): Hûr tê perçekirin û wekî kîsên biçûk tên girêdan. Birinca bi qîme û baharat dikeve navê û li ser agir di avê de tê kelandin.
- Mertoxe: Þêraniyek, ji tuxavk, rûnê nivishk û arvan tê çêkirin. Tuxavk û rûn di tawê de tê helandin û arvan bi serde tê reþandin. Hinek av dikevê û sar tê xwarin. Ji þûna avê þerbet jî dikeve navê.
- Keledoþ: Ji keþkê tê çêkirin. Dahn, nok, goþt û giyayên ku zivistanê hiþk dikin, tevlî hev dikin û dikelînin.
- Doxave: Ev xwarin ji dew çêdibe. Nok tê tevlîkirin. Goþtê qîmeyê weke kofteyên ***uk tê çêkirin û tê tevlîkirin.
- Qirîs: Mewîj, kakilê gûzan, goþtê hestî, kiftik bi hev re tên kelandin û serwîs tê kirin.
Kincên herêmê
Zilamên herêmê shal û shapik li xwe dikin. Du babetên shal û shapikan li herêmê hene ( Diyaryane yan jî SHirnexyane). Bi ser û shal shapik de kefiyek li pishtê tê girêdan. Êlegek ku jê re dibêjin "Kerik" bi serde tê li xwe kirin. Di bin shal de derpiyek dirêj " kiras derpê" tê li xwe kirin. Milên îshlikan bi nexshe û jê re dibêjin "lewendî". Li serî bi kefî re dismalek ku ji re dibêjin cemedanî ( çefî ) tê pêçandin. Di nigê zilaman de gorên ji hirî û rengin û pêlavên ku jê re dibêjin "reshik" hene.
Jinên Colemêrgî fîstanên heta nigan dirêj û carna jî çend fîstan bi ser hevde li xwe dikin. Bi ser fîstan de êlegek ( bi mil yan jî bê mil) ku jê re dibêjên "Qutik" li xwe dikin. Di serî de sharpeyek hewreshim yan jî kefiyên resh tê pêçandin. Carna çarshefek ku jê re dibêjin " xîzar " jî ji alî jinan ve tê li xwe kirin.
Nav û kronolojiya bajêr
Navê Hekkarî yê ji gotina " hekkar" ku di sedsala dehan de navê eshîrek bû ku li herêmê dijiyan tê. Navê Colemêrg navê bajarê herêma Hekkarî yê ye û di dema Memlûkiyan de ev nav hatiye gotin. Nav, bi zimanê Ermeniyan "Ilmar" û bi zimanê Suryaniyan jî "Gularmak" e.
Kronolojî
BZ (Berî zayînê)
- 1000 - 585 Dema Ûrartûyan
- 585 - 550 Dema Medan
- 550 - 331 Dema Persan
- 331 - 323 Dema Mekedoniyan
- 88 - 66 Hukumdariya Tîgran
- 66 dema Romiyan
PZ (Piþtî zayînê)
- 297 - 638 Dema Sasaniyan
- 978 Dema Ereban
- 1054 Dema Selçûqiyan
- 1142 Hukumdariya Îmaddîn Zengî
- 1343 Dema Karakoyuniyan
- 1360 Dema Mîrîtiya Hekkariyan
- 1386 Dema Moxolan
- 1405 Dema Mîrîtiya Hekariyan ya duyemîn
- 1534 Dema Osmaniyan
- 1855 Serhildana Îzzedîn Þêr
- 1914 Dema Rûsan
- 1918 Dema Tirkan
- 1924 Serhildana Nastûriyan
Ciyên turîstîk û gerê
Hekkarî ji alî tabîat û çiyayan ve pir dewlemend e. Loma jî kesên ku hildikshin ser çiya û spora çiyatî yê dikin, her sal tên herêmê û vê sporê dikin. Herêm ji bo nêçira heywanên kovî jî musaîd e.
Bu Konu için Etiketler
Yetkileriniz
- Konu Acma Yetkiniz Yok
- Cevap Yazma Yetkiniz Yok
- Eklenti Yükleme Yetkiniz Yok
- Mesajýnýzý Deðiþtirme Yetkiniz Yok
-
Forum Kurallarý