Toplam 2 adet sonuctan sayfa basi 1 ile 2 arasi kadar sonuc gösteriliyor
  1. #1
    -GuLé- - ait Kullanýcý Resmi (Avatar)
    Title
    ***4326;***9829;***4326;AsKuM_RuKéN***4326;***9829;***4326;
    Üyelik tarihi
    01.Þubat.2009
    Mesajlar
    954
    Konular
    313
    Aldýðý Beðeni
    0
    Verdiði Beðeni
    0

    Genim Kelandin..!

    Genim Kelandin..!




    Roj xweþ bû; gul kulîlk dabû êdî. Xelk amadebûna zivistanê dikirin.Genim kelandin jî xebatkarîya xelkê Kurdan bû. Xelkê kurdan mecbûr hiþtibûn ku arvana nanê xwe jî, bi keda xwe çêke.

    Xelkê kurdan bi destê kedxwarîya emperyalîstan, ji taqet ketibû. Ax axa wî bû; av ava wî bû. Lêbelê tev ketibû destê faþîstan.Welatê wî yê ku dewlemend, ji destê wî standibûn. Lomanê bi vî feqîrîyê nanê xwe jî bi destê xwe çêdikirin.



    Tenê nanê xwe?
    Qutê xwe yê salewext jî ew, bi destê xwe çêdikirin.

    Bexçekî biçûk destê wî bikeve zûka firingî be, balîcan be, bexdenûs be datînin di wî bexçê da.
    Destkî ta bi destê wî keve fanolîkî, kiraskî çêdikin ji sebîyê xwe re…

    Ev rojên genim dikelandin teþqelekî mezin bû. Ji bo mezinan re zaf rehtayîbû. Roj roja zarokan bû. Ji her tiþtê bêxeber zarok di leyîstina xwe da bûn. Þâbûnek zaf diket dilêwan.

    Pêþî genim bêjing dikirin. Ev bêjingkirin ji bona qirêja nava genim û genimê hûr ji nav hebên genimê derxin, çêdikin. Ev bêjingkirin ji bo jinikek

    Sê-çar roj bû. Li dû bêjingkirin, hêj nû genim dihat kelandin.
    Di malbata me de genim bi vî awayî dihat kelandin: Genim kelandin salê carek dibûn. Lêbelê ev rojên bi zehmet du hefte didomiya. Van xebatên giran tev, di ustîyê jinan de dima. Vî zehmetê tev, ew dikiþandin.
    Hilandina turikê geniman, sîtilên giran, bederokên tijî, paqijkirin, þuþtin, bêjingkirin û heya raxistina geniman jî bi destê jinan dihat çêkirin. (Mêrê malê jî nedisekinîn: ji serê sibe heya êvare nanê xwe ji kevir derdixistin. Jîyana wan ji bi awayî derbas dibû).

    Roja geniman, serê sibê piþtî nimêjê ji me re razan tunebû. Herkesî dest diavêt ser îþkî. Yek diçû sîtila dianî. Ji malbata cîran û nasan; yek agir dadikir nav kuçekê de. Û bi pifîna agirê geþ dikir. Hinêk diçûn ava ji êvarê da hatîye kelandin, dianîn û vala dikirin nav sîtilê. Hinêk jî diçûn ji bo ku geniman li ser raxin; serê xanî diþûþtin. Lewra di van mijûlan de alîkarê cîranan jî pir bû. Ji serê sibê ew jî dihatin ji bo alîkirinê.
    Di nav wan mijûlan de tav hêdî hêdî derdiket serê çîyayê Qerecdax.
    Di nav teqûreqan de sebîyên malan jî þîyar dibûn. Ew jî diketin nav dest û pîyan. Êzing u hijika anîn jî, para wan bû. Heya êvarê maloka dileyîstin.

    Maloka wan de sîtila wan, teyfika ji malbate revandibûn, ew bû. Ji binê kuçikê agir jî direvandin.
    Dem derbas dibû. Cîran jî ji bo alîkarîyê hatibûn. Alîkarî di nav gelê me yê Kurdan de firavan bû. Xweþîya wan rojan jî ew bû. Ev adet di dîroka me de jî heye. Nas be xerîb be, kesê ku di rê de maye; destê xwe dirêj kirîye. Lêbelê mirovên dinê piþta xwe daye roja xelkê dema di tengayî de bin.
    Gava cîran tev tên alîkarîyê êdî genim dikeve nav sîtilê û li hêvîya kelandina wî tê sekinandinê. Lewra gava yek malbat genim dikelîne, malên din jî dikelînin. Di carek de sê sîtil didin serê. Cîran tev li hêvîya genim disekinin. Belâ ku nisîbe herkesî di vî sê sîtilê da hebû.

    Zarok di dora sitýlê de li agir dinêrin. Û deqqê carek jý dêya xwe re:

    -"Dayê hê çênebû? Dayê hê nekelîya?" digotin. Zarok bi semax nebûn û her car dihatin dora dêya xwe. Carina ji bisemaxî digrîn jî… Wexta pijandina genim ra hinek dimîne zarok tev digrin teyfikek u tên dora sîtilê. Gava genim dipije mehla dinê dibîhîse. Ji her zarokek re teyfikek genim dikeve.

    Her zarok zûka teyfika xwe dibe mala xwe û hinek rûn û hinek xwey li wî genimê dike, dikeve serê u dixwe. Tenê ji bo zaroka jî nîne. Ji bo mezinan jî ev roj þiv danok e. (ji genimê pijandî re dibêjin danok)
    Piþti genim pijîya bi satila dibin serê xanî radixin. Genim, li kuçê dikelînin, li serê xanî radixin. Ev pir zahmet dixwest. Lomanê nêzî deh-panzdeh heb meriv di rêzê de bûn, heya serê xanî. Satil ji destkî diçûn destê dinê. Bi vî awayî rehtbûn pir nedîbû. Yek jî geniman li serê xanî radixist.

    Danok du roj sê roj li serê xanî di binê tavê de raxistî dima. Ji çar-pênc seeta carek diçûn li hev dixistin ku her derê genim zuha bibe.

    Gava genim êdî zuha bû, bi dervazê hesp dibirin aþê. Lêbelê genima nehatîye kelandin jî ji bona arvan diþandin aþê. Genimê ku hatîye kelandin ji dibûn savar, navþýk, hurik, dan, danê hebî, serik. Ango þîvê zivistanê amade dibû.

    Gava ev genim aþê da tê hêrandin, tev nava hev de ye. Dîsa ev genimê tê herandin jî yek ji yek ji hev tê qetandin. Ev jî kedek mezin dixwaze. Tînin ji vî genimê anîne hêrandin, pêþî arvan u kapek derdixin di bêjinga hurik de.

    Gava kapek û arvan derdixin, dora savar u serik ji hev diqetînin. Piþtre ji nav savar, hurik û savar ji hev tên qetandin. Ji nav navþik jî hurik tên qetandin. Ev xebat tev yan bi bêjinga yan j îli ber bayê ji hev tên qetandin. Ba tune be bêjingê pir ji jor da digrin û bi pifîna li erdê vala dikin. Bêjing ji tev ji hev cuda ne. Yek hurik, yek jî gir e. Ji hev qetandin ji serê sibê heya êvarê diqede. Lewra gava ev xebat diqede, ev arvan serik, hurik, navþik, savar tên paykirin. Ji her malbatê re li gora hejmara wan tê paykirin.

  2. #2
    DerDoCan - ait Kullanýcý Resmi (Avatar)
    Title
    Aileden Biri
    Üyelik tarihi
    25.Aðustos.2009
    Mesajlar
    16,048
    Konular
    4104
    Aldýðý Beðeni
    3
    Verdiði Beðeni
    0
    paylaþýmýn için saol

Benzer Konular

  1. karýþýk kürtçe þarký sözleri
    Konu Sahibi [email protected]@N Forum Kürtçe Sarki SözLeri
    Cevap: 4
    Son Mesaj : 11.Mart.2013, 23:41
  2. çîrokên - M. Nûreddîn Yekta
    Konu Sahibi DerDoCan Forum Çiroken Kurdi
    Cevap: 1
    Son Mesaj : 03.Mart.2010, 08:05
  3. Cevap: 1
    Son Mesaj : 03.Mart.2010, 08:05

Bu Konu için Etiketler

Yetkileriniz

  • Konu Acma Yetkiniz Yok
  • Cevap Yazma Yetkiniz Yok
  • Eklenti Yükleme Yetkiniz Yok
  • Mesajýnýzý Deðiþtirme Yetkiniz Yok
  •