Toplam 2 adet sonuctan sayfa basi 1 ile 2 arasi kadar sonuc gösteriliyor
  1. #1
    ReVaN - ait Kullanıcı Resmi (Avatar)
    Title
    Misafir
    Üyelik tarihi
    14.Şubat.2012
    Mesajlar
    270
    Konular
    188
    Aldığı Beğeni
    0
    Verdiği Beğeni
    0

    Şîretên Ehmedê Xanî

    Rojekê, Ehmedê Xanî şêst zaroyên kurd -keç û kur- birin mala xwe û ji wan re daweteke mezin da. Pişt re di nav wan de rûnişt û ji wan re pirsên jêrîn got. Divê hûn wan di dilê xwe de veşêrin, ji ber ku; rêber û zanayê me yê mezin ew ne ji wan şêst zarokan bi tenê re gotine, lê ji bo hemî zaroyên kurd re. Gotinên rehmetî ev in:

    - Hûn piçûk in, hûn geş in, bê derd û xem dileyîzin û dikevin: ev dema dilxweşiyê ye.
    - Eger hûn dixwazin her gav bextiyar bibin û tu caran pir bedbext nebin li du tiştan bigerin; hezkirin û xebat.

    - Kî hez ji we dike hez ji wî bikin: Îro hez ji merivên xwe bikin; hez ji diya xwe, hez ji bavê xwe bikin, hez ji hevalên xwe bikin, pişt re hûn ê hînî hezkirina diya me gişan; Kurdistanê bibin.

    - Ê duduyan; bixebitin; îro ji bo hînbunê, ji bo zanînê bixebitin; da ku halê dinê bizanibin, bi pêş ve herin, bibin meriv, bibin hêja, bibin serdest, bibin însan!

    Gava hûn dersên xwe baş dizanin, dilê mamosteyên xwe xweş dikin. Hûn dibînin ku hûn jî geş dibin, ji bin barekî giran xelas dibin, sivik dibin. Ew her gav holê ye. Bixebitin da ku wîjdana we her gav ji we razî be! Û gava wîjdana meriv rehet e û dilê wî bi kêf e, ew meriv tu caran ne bedbext e.

    Zaroyên min ên delal! Niha ji bo xatirê min têr bixwin, vexwin û bikenin! Ez bi we bextiyar im, ez dixwazim hûn jî bi min dilxweş bin, da ku welat jî bi hezkirina me ya hev û du her gav şa be!

  2. #2
    Merthan - ait Kullanıcı Resmi (Avatar)
    Title
    Yeni Üye
    Üyelik tarihi
    08.Ekim.2019
    Mesajlar
    10
    Konular
    5
    Aldığı Beğeni
    0
    Verdiği Beğeni
    5
    Teşekkürler

Bu Konu için Etiketler

Yetkileriniz

  • Konu Acma Yetkiniz Yok
  • Cevap Yazma Yetkiniz Yok
  • Eklenti Yükleme Yetkiniz Yok
  • Mesajınızı Değiştirme Yetkiniz Yok
  •