-
Ez Fedî Dikim !!!
Nîvê vê şevê, bi tenê serê xwe li rûpelek vala dinêrim û hinarkên rûyê min sor dibin…
Ez fedîkarên bav û bapîrê Kurda me!
Min heya îro şîreta wan nanî cîh. Hezar carî mixabin.
Ew kesen ku wek Celadet û Kamûran Bedîrxan wek Apê Mûsa ku ji keç û xortên Kurda re dibêjin “Lawo bi Kurdî bipeyîvin, binivîsinin, bixwînin. Hewceya zimanê we bi we heye. Ma hûn nekin wê kî bike? “
Ev, ji her awayî de gotin û şîretên rastin.
Ez bi Kurdî dipeyîvim, dixwînim, belê.
Lê heya îro tu carî min bi Kurdî ne nivîsandiye. Ev nivîsa minî yekemîn e.
Çima min heya îro ne nivîsand?
Bi rastî ez jî nizanim. Tiştê ku ez dizanim min tu carî ew hêz di xwe de nedît.
Ji aliyê rezimanî, rastnivîsê de kêmasiyên min hene. Wek hûn di vê nivîsê de jî dibînin.
Bi van kemasiyan min tu carî xwe layîqê vî zimanî nedit.
Her gava ku min got ezê kemasiyên xwe temam bikim û binivîsim, lê ji ber ku ez hinkî di zexelim, wek dibêjin gotinên êvara dikevin qulê dîwara, ew gotin jî tev vala derketin.
Belê, gelek kemasiyên min hene. Ez karim hezar tiştên din jî bibêjim.
Lê wek hûn jî dizanin di vê mijarê de hêlek din jî heye. Qisûr ne ya min tenê ye.
Asîmîlasyon!
Ê ku dibêje asîmîlasyon tuneye mala xwe xerab dike.
Hey topa xwedê li we ketino ma çawa asîmîlasyon tuneye?
Em Kurmanc, dayika me bavê me ji bav û kala Kurmanc, lê em nikarin hevokek bi Kurdî binivîsînin.
Dev ji xwendin û nivîse jî berdin, em nikarin 2 gotina bînin cem hev û bi hevre biaxivin.
Heya ramanê me asîmîle kirin e. Em nema karin bi zimanê xwe jî bifikirin.
Di dema nivîsandinê an jî peyvê de ev pirsgirêk derdikeve holê.
Hin kes bi tirkî difikirin û bi Kurdî dinivîsin, dipeyîvin. Wê gavê jî tişten qeşmerî derdikive.
Bi rastî ez jî ji xwe ne bawer bûm ku bi kurdî bifikirim û binivîsim. Min îro xwe ceriband, nizanim ez bi serketim yan na. (dêvla amîn bawer bûn hin baş e)
Ez û girseyiya Gel ji zimanê dayîka xwe merhûm/dûr mane. Me tev de zimanek nû ji xwe re çekiriye û em wî zimanî bikartînin. Heyf! Ku zimane dayikê here emê jî herin, tune bibin, ne hewce ye ez vî ya jî bêjim.
Divê em zedêtir li zimanê xwe xwedî derkevin. Nivîs jî gavek mezin e di vê rê yê de.
Ez fedîkar im.
Ev gavê ku gere min berî deh sala biavêta, ez iro diavêjim.
Lê îro ez sozekê ji xwe re didim. Ez bi gav avêtinê qayîl nabim. Ezê bazdim jî îro pê de..
-
benda ramanê weme hevalno
Bu Konu için Etiketler
Yetkileriniz
- Konu Acma Yetkiniz Yok
- Cevap Yazma Yetkiniz Yok
- Eklenti Yükleme Yetkiniz Yok
- Mesajınızı Değiştirme Yetkiniz Yok
-
Forum Kuralları