Toplam 3 adet sonuctan sayfa basi 1 ile 3 arasi kadar sonuc gösteriliyor

Konu: Deqên kevir

  1. #1
    BeDirhAn - ait Kullanıcı Resmi (Avatar)
    Title
    Aileden Biri
    Üyelik tarihi
    08.Kasım.2009
    Mesajlar
    2,307
    Konular
    1393
    Aldığı Beğeni
    0
    Verdiği Beğeni
    0

    Deqên kevir

    Deqên kevir
    Deqên kevir

    Li gor hinekan; Li hêla rojava piştî ku roj mîna gogek ji êgir derdora xwe disincirîne û diqulibe wî aliyê çiyê, li şûna xwe dîmenekî rengîn dihêle.

    Hêla rojava di nav rengan de dadike û dihere. Li dû vê çûyîna rojê, dinya xwe li keriyê û xewê radikişîne. Bêdengiyek xwe li ba dike. Perdeya ku tariyê bi ser dinyê de diweşîne tê kişandin. Ronî winda dibe. Mirin û jiyan jî ji bo ku cihê pir ji xwe re di gerdena şevê de veqetîne xwe dane bende hev.

    Lê li gor hinekan jî; Roj di dawa şevê de werbûye. Wexta ku qulibî ye û di qotê çiyê de werbûye xwe avêtiye nav sîng û berê şevê. Xwe hişk pê ve şidandiye. Tarî jî roniyê digre û dikişîne hundirê xwe. Dikişîne hundirê xwe û xwe lê dipêçe lê dipêçe lê dipêçe û winda dike. Dike ku dinya ji roniyê mehrûm bimîne. Her çiqas bi me dabin zanîn ku tu şirîkantiya tarî û roniyê bi hev re tune ye û hevaltiya şev û rojê bi hev re nabe jî tiştê ku diqewime ev e.

    Li gorî hinekan jî li hêla rojava ji wî dîmenê rengîn ku gava roj çûbû ava dinya xemilandibû tu tişt nema ye. Hew tarî maye û dinya xistiye bin hukmê xwe. Mîna ku hûtekî hatibe dadabe agirê rojê yan jî pif çira rojê kiribe, ronî winda bûye.

    Kengî ku tu wan hinekan li cihê xwe yê hêwî û nedawî dihêlî û tu derdikevî derve tu li rengê êvarê diqelibî. Tu dinêrî ku rast e ji zû de roj çûye ava û dinya tarî bûye. Ji nav vî rengê reş û tarî ku ronî daqurtandiye, tu li çirûskekê rast tê. Bi wê çirûskê re çend pêjn li ber çavên te dikevin, lê tu pê dernaxî bê kî ne û di bergeha xeyalên te de li çi digerin.

    Dû re ew pêjnên ku ji wê çirûskê zabûn dibe du heb dîmen û li pêş çavên te şikil digrin.

    Dîmenê ewil zilamekî stûxwar e. Gava dimeşe wekî kesê ku felcê lêxistibe diheje. Ku tu bala xwe didiyê tu wî nas dikî. Îro hem nexweş e û hem jî bi rojî ye. Lê li kar e û dixebite.
    Tu ziq li wî dinerî.
    Tu xwe dikeribînî.
    Tu dizanî bê wê çi biqewime.
    Tiştê ku tu li bendêyî diqewime; Yekî ciwan bang li wî zilamê stûxwar dike û dixwaze karê xwe pê bide kirin. Stûxwaro wekî pelê çilo diheje û ber bi wî ve dimeşe. Yê ciwan dosyayekê dide destê wî û wî tevlî wê seqetiya wî, nexweşiya wî, emrê wî û rojiya wî dişîne avahiya kêlekê. Di wê germê de dihere û tê. Ji tîbûna ziman ji dev rakişiyaye. Dibêje, “Ma kit ce” û dosyaya yê ciwan datîne ser maseya wî. Yekî din bang lê dikê ew jî dixwaze karekî xwe bi wî bide kirin. Hey karê xwe pê didin kirin!

    Dîmenê ewil winda dibe, niha jî tu li dîmenê dudan dinêrî.

    Li odeyekê bi galegalên şevbihêrkekê dinya ker bi guh dibe. Yek ji civatê ji yekî re dibêje, “Binêr filankes, tu însanekî heyf î! Dilê min li ser te diêşe. Tu mêr î, tu camêr î, tu jêhatî yî û tu hew dibî! Lê xwezî te bi qumarê jî nelîstiba...” Yê din jî dibêje, “Biner bêvankes, niha ne hewceye ku tu wer xweş bikî. Bawer bike civatê fêm kir ku tu ne ji xêra min re vêya dibêjî. Heger ku tu dost û xêrxwazê min bûya teyê ez xewlekiribama û teyê ji min re gotiba. Teyê nehata di nav vê civatê de qisûra min nedaba rûyê min!”

    Ew dîmen jî wekî yê ewil winda dibe û bi oxira xwe de dihere.

    Tu li min vedigerî û nola ku neheqiyek li te hatibe û tu li benda min û tiştekî bî tu bi awirnî tûj li min dinêrî. Yan jî bi min wer tê. Nizanim. Lê bêhemdî xwe ez dibêjim, “Ev e. Li dinê rehetî tune ye û ba ji kevir tiştekî nabe xeman nexwe!”

    Pê re, awirên te dibe wekî çira şîr.

  2. #2
    DerDoCan - ait Kullanıcı Resmi (Avatar)
    Title
    Aileden Biri
    Üyelik tarihi
    25.Ağustos.2009
    Mesajlar
    16,048
    Konular
    4104
    Aldığı Beğeni
    3
    Verdiği Beğeni
    0
    paylaşımın için saol

  3. #3
    Mısra Fırat - ait Kullanıcı Resmi (Avatar)
    Title
    Aileden Biri
    Üyelik tarihi
    20.Haziran.2013
    Mesajlar
    128
    Konular
    32
    Aldığı Beğeni
    0
    Verdiği Beğeni
    0
    emegine saglık

Benzer Konular

  1. Gîha di bin kevir de namîne
    Konu Sahibi Gabar Forum Helbesten Kurdi,
    Cevap: 0
    Son Mesaj : 02.Nisan.2009, 08:16

Bu Konu için Etiketler

Yetkileriniz

  • Konu Acma Yetkiniz Yok
  • Cevap Yazma Yetkiniz Yok
  • Eklenti Yükleme Yetkiniz Yok
  • Mesajınızı Değiştirme Yetkiniz Yok
  •