Li cıvata ku Îmamê Âzam jî têde ye, mirovek sewalek wuha dipirse: “Zilamek cinnetê naxwaze û ji cehennemê jî, natirse. Goştê mirarî dixwe û bê secde û bê rukû nimêj dike. Ji tiştê neditiye ra şahidîyê dike. Ji fitnê hiz dike û heqqîyê naxwaze. Gelo ev zilam kafire yan mu’mîn e?Ewên di civatê de tev dibêjin evanan sifatên kafiran e. Mirovekî awa kafir bi xwe ye. Îmamê Âzam dengê xwe nedikir. Jê pirsîn gotin: “Ya Îmam tu di vê meselê de çi dibêjî?” Îmam wuha cewab da wan:-Evanan sifatên mu’mînan e. Zilamekî awa diçe cinnetê.İtiraz kirin gotin:-Ya îmam ma çawa dibe ku mirovekî mu’min cinnetê naxwaze û ji cehennemê natirse?Îmam Ebu Henîfe yek bi yek ji wan re îzah kir:-Mu’mînekî rast cinnetê naxwaze xwedîyê wê cinnetê (Xweda) dixwaze. Ji cehennemê natirse ji xwedîyê wê cehennemê (Xweda) ditirse. Lewra hemu karê mu’min ji bo razayîya Xweda ye.-Ji goştê mirarî jî mexsed masî ye. Goştî masî ji mu’mînan re helal e.-Ji tiştê nedîtîye ra şahidîyê dike. Lewra Xwedê Teala nabîne lê bi dilekî yêqîn pê bawer dike.-Ji nimêja bêsecde û bê rukû jî mexsed, nimêja cenaze ye.-Ji fitnê hiz dike. Lewra mexseda ji fitnê mal û ewlad e. (di Qur’anê de mal û ewlad wek fitnê-îmtîhanê tê tarifkirin)-Heqqiyê naxwaze. Lewra ji heqqîyê miraz mirin e. Mirov mu’min be jî mirinê temenî nake.”
FİKRÎ AMEDÎ