Toplam 3 adet sonuctan sayfa basi 1 ile 3 arasi kadar sonuc gösteriliyor
  1. #1
    Diljiyan - ait Kullanıcı Resmi (Avatar)
    Title
    Aileden Biri
    Üyelik tarihi
    08.Ocak.2009
    Mesajlar
    4,994
    Konular
    1912
    Aldığı Beğeni
    0
    Verdiği Beğeni
    0

    Ruvîyé Tore Û Ruvîyé Çolé

    Ruvîyé Tore Û Ruvîyé Çolé

    Zemané beré li gundekî mezîn zilamakî bi navé Hacî Avla go rezékî wî xweş hebu dijî…Dido ruvîye bi nave ruvîyé Tore û yé Çole hebun…êlîmîbun tim û daîm diketin nav vî rezîda têr tirh(tirî) dixwarin û hê go hêcî avla nehatî nav rêz bazdidan diçun.Şêvekî dîsa herdu ruvîye gewr ketina nava rêz têr xwarine…Dîsa piştî ku zike wa têr bu,rabun zîtirk dinava mewa'da avetin.Tirh jekirin werşîye tirh avetina hevdu û tirh perçikandin…dawîya mesele reze hêci avla êdemkirin.Duvre ruvîye bêfeêl ji nav rêz derketin çun.
    Sibehê hê tavê(rojê) ne avetibu hacî avla hatîya nav rezê xwe dimêzêne…heeeeylooo go va rezê wî êdem bûye…zêhf di qeherê û dûvre dibe hekê ev jiwerê ma xwe bila bê…Diçê malê xefke tenê li bêr kêzîne divedê,jive kêzîne pêdejî ti qul û kewêr di dîware dora rêzde tûneye…Lewma difikire go çawa bêjî ezê ruvîya bigrim. Dibe êvar ruvîye me dîsa ûrê wa jinêza dieşê…Dîsa bêre xwe didin bi rîya rêzda.Le hema zanîn go wa şevêdî çi bi serê rêzda anîbun,jibo ve yekê hinekî ditirsan jî…Lê çibkin ma bila ji nêza bimrîn. Ruvîye tore hînekî ji ye çolê biaqiltir bu…Wextê go hatinê devê kezîne go ta ruvîya çole dê "keremkê heval bide peşîya min" Ruvîye çole go"nawellah birêmin tu jimin mezintirî şerme ez bidim peşîya te" Ruvîye tore go"kekemin wexte go ez mezintirim ez dibejimê te bide peşîyamin" Di rabê ruvîyê çole di kêzîna dîwerde dike û derbasî nav rêz dibe… Li hema go çawa pîye xwe diaveje nav rêz pîye wi dikeve xefkêde,qîrîn pedikeve û dibê "ew çibu go ez ketimê…Pîyemin şikest bawerke" Wextê go ruvîye çole dengê hevalê xwe dike hêdîka ew jî dikeve nava rêzde…Heyloooo çi bibîne go wa hevalî wi di nav axeda digevize. Hejî qîre qîra girîye ruvîye çoleyê dî wi hale xwe da diperpite surafke şevêdî di serê wîda derketîya… Ruviye tore diçe nezîkê ruvîye çole u dibeje"kêkemin wellah ev he le-le yê, he lo-lo mayîye" Ruvîye çole go "Ma ji wi halêmin pêda tiştne xerabtir jî hene." Ruvîye tore go"Wextê sibehe go tavê awet, piştî nimeja sibehera go hacî avla hat û di destî wîda kêreka tuj û bazdâ hat kêr avêta serê te ya xirabtir ewe." Ruvîye çole:Wellah heval biva xebarate kezebê min qetand ê naxwe eme çawa jiwî halî xelas bin? Ruviye tore: Zanê heke tu biyamin bikê te xelas bibê… Ruviye çole:Ka bêje bîremin … Wellah divî halî de tiştek naye bîramin û tiştek ji destêmin naye… Ruviye tore:Sibehê nezîke go hacî avla were xwe taze direjke û zimanê xwe derêne deqena hacî avla be wellah ev ruvî di xefkede mirîye,ez jî live benika banî xwe velîzenim, gava hacî avla hate bate yê bejê wellah ev mirîye û yete ji xefke derene û aveje…Û Haci avla ye mêzene go ez live benika banî me ye bi baskî minda were,wexte go baskî minda hat em herdu bazdin çin û eme xelasbin. Ruviye çole:Wellah bira ji wilo pêyda xelasbuna mejî nîne Sibehe he zu Hacî avla te nav rêz dibîne go va ruvî ketîya xefkede û mirîye dibeje "Hêy agir bi mala xwedî ketî,hêsax ez ne gehiştime û şiker ketîya"


    Dirabe wî ji xefke diderêne û diaveje,di mezêne go ruvîyekî dî ji li benika banî xwe vezîlandiya biba wî diçe…Lemaçi …Ruvîye gewr dirabin û bazdidin.Hacî avla qîra dide dikeve duw wade…Lê ruvîye gewr xwe xelas dikin… Hacî avla dibeje "Ev tirs heta hûn a saxjîbin besî weye." Çîroka me li nav devîya rahmet li de û bave me teva.

  2. #2
    DerDoCan - ait Kullanıcı Resmi (Avatar)
    Title
    Aileden Biri
    Üyelik tarihi
    25.Ağustos.2009
    Mesajlar
    16,048
    Konular
    4104
    Aldığı Beğeni
    5
    Verdiği Beğeni
    0
    paylaşımın için saol

  3. #3
    Mısra Fırat - ait Kullanıcı Resmi (Avatar)
    Title
    Aileden Biri
    Üyelik tarihi
    20.Haziran.2013
    Mesajlar
    128
    Konular
    32
    Aldığı Beğeni
    0
    Verdiği Beğeni
    0
    emegine saglık

Benzer Konular

  1. Ruvîyé Tore Û Ruvîyé Çolé
    Konu Sahibi DaĞLaRıN KıZı Forum Çiroken Kurdi
    Cevap: 1
    Son Mesaj : 16.Şubat.2010, 21:45
  2. Cheryl Cole Feat Will I Am – 3 Words The Remixes – Promo CDM 2010
    Konu Sahibi !!Phanist!! Forum Yabancı Albüm Tanıtım
    Cevap: 0
    Son Mesaj : 10.Ocak.2010, 21:46
  3. Pîra Torê Cigerxwîn
    Konu Sahibi DaĞLaRıN KıZı Forum Helbesten Kurdi,
    Cevap: 1
    Son Mesaj : 20.Aralık.2009, 21:36

Bu Konu için Etiketler

Yetkileriniz

  • Konu Acma Yetkiniz Yok
  • Cevap Yazma Yetkiniz Yok
  • Eklenti Yükleme Yetkiniz Yok
  • Mesajınızı Değiştirme Yetkiniz Yok
  •