Toplam 3 adet sonuctan sayfa basi 1 ile 3 arasi kadar sonuc gösteriliyor
  1. #1
    Diljiyan - ait Kullanýcý Resmi (Avatar)
    Title
    Aileden Biri
    Üyelik tarihi
    08.Ocak.2009
    Mesajlar
    4,994
    Konular
    1912
    Aldýðý Beðeni
    0
    Verdiði Beðeni
    0

    Çîrokê Gelêrî - KURÊ PÎRÊ Û HEFT DÊW

    KURÊ PÎRÊ Û HEFT DÊW

    Carek ji cara, rehme li dê û bavê hazir û guhdara, ji xênî þeytanên di qulê dîwara, ji xênî cendirme û polês û tehsîldara.

    Hebû, qet tunebû:

    Li bajarekî pîrek û kurê xwe hebûn. Kurê pîrê çi kur, êdî tevî ku bûbû sirnotê mêra jî ji tirsa pisîk û kûçikan newêribû derkeve derva. Karê wî, îþê wî di hundir de rûniþtina li ber tifikê û kiþandina qelûnê bû. Ji ber ku ji piçûkî ve sêwî mabû, pîra diya wî ji dilzîzî nedixwast zorê bide vî kurê xwe yê tayê bi tenê, bi kotek ew derxe derva. Wî jî ji berê xwe va fam nedikir ku derkeve derva; binêre bê çi heye çi tune, çawan e û çi san e.

    Pîra diya wî ji ber vî halî bêzar bûbû. Rojek ji jinên derûcîranan bi yekê re xeber dida, gotin vir da çû wê da hat li ser mala wê û sirnotê kurê wê sekinî; cîranê jê pirsî “êra bi xatirê Xwedê ev bextreþê te pir ji çi hiz dike?”. Pîrê gote “Wele hema rihê wî di gûzan de ye. Hema gûzê wî hebin, bi wan bileyîze û paþê jî biþkêne kakilên wan bixwe. Cîranê go pîrê “heyla Xwedê jê xweþê ji wî hêsantir çi heye? Here çarþiyê gûzan bikire, bîne ji ber deriyê derva hetanî tenga piþt wî bi rêz deyne û paþê li kêlekê rûnê; tehnekî wisa bidê ku li ser piþtê biqelibe da bi ser gûzan de bikeve û pê re jî bêjê “Xwedê nehiþto ez ji sermana qefilîm, ca xwe bide alî ez jî piçek xwe germ bikim.” Ewê çav bigûzan bikeve, li pey berhevkirina wan derkeve heta ber derî, gava derket ber derî ji hundir va derî lê asê bike û êdî hew lê veke. Pîrê lê fikirî gotê “wele gotina te berbihiþ e, ezê sihêtî bikim.”

    Pîrê ji wê derê çû. Pîrê çû çarþiyê ji ser dikanek gûz kirîn, gûzê xwe kirin pêþa xwe û berê xwe da malê. Ji ber sefikê, navderê û heta tenga piþta kurê xwe gûza bi rêz danîn. Telan kuþekuþa wî bû qelûna xwe dikiþand, haya wî ji bayê felekê tunebû. Pîra dê li kêleka wî hema kumiþî û tehnek bi þid lêxist û pê re jî gotê: “Herê belqitiyo! Ka piçek cî bide pîra diya xwe, tu nabînî wa ye ji sermana diligligim.” Kurê pîrê ji ber tehna diya xwe li ser piþtê qelibî, bi ser gûzan de ket. Li hev þaþ bû, gote diya xwe “êra dayê ev çi gûz in, kê ev danîne piþt min?” Pîrê go kurê xwe “ erê xwelî l’serê, xwelî l’ser! Ka haya te ji çi heye? Gûz barîn, lehiya wan rabû, ev jî þirika ji ber lehiya wê ye ku avêtiye hundir. Hinkûfên te bi telîs û xirara ji xwe ra birin. Tu bi zorê mîna pisîka qûnþewitî ji ber tifikê rûnê, denekeve dernekeve. De a wisa tu jî bê par bimîne!” Kurê pîrê li pey gûzan çû, berev kir, ji navderê derket ber derî, pîra dê çing û derî lê girt û qefil kir. Kur pêþiyê dua kir, paþiyê lavayî kir, di pey da zariya, bariya; na! na! eyb e eyb, dengê ku biçûna zalima diya wî tunebû.

    Qasekî dirêj li ber derî, li binê sefikê ma. Pêþiyê pisîkek hat, zîq bû lê nihêrî, wî xwe quncifand lê dengê xwe nekir. Di pey da du-sisê yên dinê jî hatin wekî ku þêwira xwe kiribin. Ber pê hatin, kirin nawînî û pixînî. Kurê pîrê ji xwe ra got “wele îca paþiya min hat” giriya, ziriya, qajiya,lê dîsa jî dê derî lê venekir. Yek du gûz ji destê wî ketin erdê, kolî erdê bû ku rahije gûzên xwe; bala xwe dayê ew pîsîkên ku di êrîþê de bûn ji hev belav bûn û reviyan. Kurê pîrê di ber xwe da ji xwe ra got “kuro! Ez çi mêr im. Bala xwe bidê! Ew pîsîkên ku wek gur û pilinga bûn ji min tirsiyan û ji ber min revîn. Pa wele ez mêr im.”

    Ji tenêtiyê û ji bê agirê ku bide ser qelûnê hedina wî nehat. Hêdî hêdî bêî ku lê bifikire li koþê xanî ba bû, ev kuçe a min ew zaboq a te da ber xwe û çû. Li serê kolanekê çend kûçik tê de derketin û lê hêwirîn, pêþiyê bû mirrîna wan, di pey da pê de reyiyan. Dîsa dest bi girîn û zirînê kir. Dibêjin heta evd nekeve tengasiyê Xocê Xizir li êlamê nayê. Ev jî wisa; dîsa yek du gûzên di dest da ketin erdê, li pey gûzên xwe xwarî erdê bû ku ji erdê hilîne, kûçik hema li pey xwe zivîrîn, bi rev ji wê derê dûr bûn. Kurê pîrê xwe qup kir, xwe pik kir, ji xwe ra got “pa welahî ji min mêrxastir tune ne. Kuro!? Ew kûçkên ku wek gurxenêqan bûn ji ber sawa min bizdiyan û revîn.” Qasek þûn da kurmê qelûnê hatê.

    Serberedayî ji xwe ra çû, carek dîna wî pêket ku ji navsera çiyayê li hember wek þemala agir xuyan bike. Go “wele! hebe tunebe ewê agir be. Heta ez neçim sotikek jê nedim ser qelûna xwe û dûman ji qelûnê bernedim, ewê hiþê min neyê serê min. Çû, çû, çû... Çû heta navsera çiyê. De ne min dîtiye û ne hun bawer bikin: Bala xwe dayê ku heft dêw çemberkî li ber agirê dara rûniþtine û xwe germ dikin. Ew jî çû ba wan û go “selamû eleykum” bêî li vegerandina silava xwe bisekine û bêî ji wan paxavê bike rahiþt sotikek qirase danî ser qelûna xwe, du sê hilmên ji kezeba sotî li qelûna xwe xist, piþtî du sê hilma dûman ji qelûnê hilkiþiya. Dêwên ku heta wê rojê qelûn melûn nedîtibûn û nedîtibûn ku benderihek bi destê xwe yê xwas, bê maþik rake sotika agir çawa dîtin ew bê paxava ji wan hat wê derê, ya ecêb ew agirê ku meriv diþewitîne; bê tirs û bê ku jê biþewite bi destê xwe rakir sotikek danî ser wî tiþtikî, wî agirî kiþand nav xwe û jê wek ewrê reþ dûman kiþiya û hê jî tiþtek pê nehat; ew ji xwe ne dêw e, nabe ku însan be jî -ku însan biya ewê newêribiya bihata ba wan-, hebe tune be ewê efrûtê cina be. Tirs kete nav dilê wan, jê bi dizî þêwira xwe kirin. Li hev kirin piþtî ku mêvanê wan baþ di xew da here ewê bi gurz û topiza lêxin wî bikujin.

    Dêw hêdî hêdî bawîþka anîn xwe. Birayê mezin gote wan “êdî derengê þevê ye, çaxê razanê ye. Ciyê mêvanê me deynin, bira ew jî îstirehet ke.” Kurê pîrê çû oda mêvanan, dêw jî çûn Xwedê negiravî ku razên. Kurê pîrê rakir lihêfê, dilê wî di ber da nehat, herwekî ku ketibe navciyan wisa lihêfê dîsa kiþand ser doþekê û çû li quncikê hafê pal veda. Çi çû, çi ma nizanim de ne min dîtiye ne jî hun bawer bikin, carek dîna xwe dayê ku derî vebû û dêw her yek di dest da gurz an topizek ketin hundir; gurm û beregurm li nivîna mêvan xistin, herwekî ku ew di nav da be. Wisa lêxistin ku êdî lihêf bû zûxal û pirtik, û pirtik bi hewayê ketin. Ji hev ra gotin “êdî temam e, mir”.

    Serê sibê gava dêw þiyar bûn û derketin derva ku herin destavê bala xwe danê ku mêvan wa ye li pêþiya wan derketiye û tevziya dide canê xwe. Çavê wan di serê wan de gir bûn, reng li wan qelibî. Birayê mezin gotê “siba te bi xêr mêvano! Çawa, gelo îþev tu xweþ razayî?” Mêvan go “Baþ razam lê çawa.. Ji xwe piçek westiyana rê jî bi min ra hebû, lê dîsa xweþ razam.” Dêwê mezin dîsa pirsî “ qet di xewa xwe da bi tiþtek nehisiyayî?” Mêvan gotê “ne ewçend, lê bawer dikim li mala we piçek kêç hene; wekî ku kêçan ez dixwarim.” Tirkîn ji nav dilê dêwê mezin çû, qutifî. Bi xapek birayê xwe civand, vê giliyê ji wan re vekir û got “li ber gurzek me gamêþek, fîlek tafilê can dide; ev mexlûqê ha hê dibêje wekî ku li mala we kêç hebin, kêçan ez dixwarim. Kuro... hun li vê sosretê binêrin. Ka bêjin min bê em çawa bikin?” Gotin “a baþ ew e ku em bêjin êdî bes e, em bira malê xwe li hev par vedikin, ji hev vediqetin û heryek bi riya xwe ve diçe. Ew jî herwekî birakî me radike para xwe û diçe. Bi vî awayî em jê difilitin. Piþtî ku me dît em jê bi temamî xelas bûn dîsa em digihîjin hev”

    Her heft bira zivirîn hatin ba mêvanê xwe. Birayê mezin gotê: “Mêvanê ezîz, birayê mezin. Þabaþ ji Xwedê re ku me ev roj jî dîtin. Rehmetiyê bavê li me wesiyet kiribû, gotibû lawo gunê min di situyê we da hetanî wê roja bi navûnîþan neyê ku hun ji hevdû veqetin, lê gunê min û yên dê û bavê min jî di situyê we de ku ji wê roja bi navûnîþan pê de hun li vî aqarî û li ba hev bisekinin. Ku hun bisekinin û heryek bi alîkî de neçe ewê bêoxirî dev ji pêsîra we bernede. Vêca ew roja bi navûnîþan ku rehmetî gilî dikir ev roj e. Roja rabûn û ji hev belavbûna me hatiye; emê malê xwe li hev par vekin û di pey da heryek bi riya xwe da here. Vêca nesîbê te jî hatiye serê, tu jî birakî me yî. De em rabin ku hê li me nebiye dereng, em malê xwe li hev par vekin ku di pey da herkes li ser oxira xwe bi rê keve.”

    Deriyê xezîna xwe ya ji bav û bapîran mayî vekirin; ji zêr û ji zîv û ji aqût û ji pa çi tê da tune bû ku hema çikas ji gewherên dinyayê bêjî tê da hebû. Kurê pîrê jê destek cilê maqûla bijart, li bejna xwe kir. Di pey da dêw malê xwe bi biratî li heþtan par vekirin. Para mêvan wek ku birayê mezin be zêde jî danîn serê, kirin sindoqek mezin, deriyê wê bi qefl û mifte radan û gotinê “de ha ev para te, kerem ke ji xwe ra bibe”. Kurê pîrê xwe tirþo mirþo kir, go “weh! Hun li ser mi dikenin? Di nava ew çend hember û þirîkan, dost û dijminan da ma ne þerm e ku ez rakim vê sindoqê bidim ser milê xwe û herim? Ewê qet nebêjin ji xulam û xizmetkaran, ji piçûk û biþkûriyan kesek wî nebû ku wek dîla sindoqê daye ser piþta xwe?” Dêw li hev nihêrtin, ji hev ra bi çav û biriyan îþaret kirin; gidî ev çi bela bû hatibû serê wan., ewê çawa jê xelas bibûna. Rabûn birayê piçûk razî kirin, sindoqê li piþta wî kirin û pê ra rawestantin.

    Gava hatin ber deriyê malê derî hê jî ji paþ va asêkirî bû. Gazî diya xwe kir, pîrê pêþiyê go “ha belqitiyo tu hê necihimî, neçûyî? di pey da di qulika derî da lê nihêrt, çav bi cilê lê, têmtila wî û ê li pey ket, derî lê vekir û çû ket paþiya xanî. Gava ketin hundir, dêw sindoqa giran danî nîveka odê. Lê ewçend ji berê westiya bû ku bînefiþk bi serê ketibû; gava bîna xwe dida ji ber zerpa wê kurê pîrê bilind dibû serê wî digihîþt ber arîka, gava bina xwe distend ji ber arîka dadihat piyê wî digihîþtin erdê. Dêw lê þaþ mabû, fam nedikir ku çi bi serê wî hatiye. Bi meraq jê pirsî, gotê ”êra keko çi bi te hatiye ku geh difirî û geh datînî? Tu çawa dikarî bê per û bask wisa bifirî û deynî?” Kurê pîrê lê zivart, go “wele çi jite weþêrim. Ji te veþêrim jî ji Xwedê nayê veþartin, ez li bivirê bavê xwe digerim. Rehmetî bivirê xwe kiribû ber van arîka, wesiyeta wî li min ev bû ku gava çav bi dêwekî bikevim, hema bi bivirê wî lêxim serê dêw jêkim. Vêca dêw hazir li ber destê min ketiye, lê li bivir digerim, çavê min bivir nakeve.” Ku dêw ev gotin bihîstin; êdî westiyan û bînefiþka xwe ji bîr rakir, go “lingo tu bi qurbana seriyan” û heta jê hat ji wê reviya, hetanî navsera çiyê li pey xwe nenihêrî. Bi wî awayî kurê pîrê ji dêwê xwe filitî.

    Di pey vê da êdî gazina pîrê ji kur nema; bi hev þîrîntir û bi malê dêwan jî þa bûn.

    Çîroka me çû diyara xweþî li hazir û godara.

  2. #2
    DerDoCan - ait Kullanýcý Resmi (Avatar)
    Title
    Aileden Biri
    Üyelik tarihi
    25.Aðustos.2009
    Mesajlar
    16,048
    Konular
    4104
    Aldýðý Beðeni
    3
    Verdiði Beðeni
    0
    paylaþýmýn için saol

  3. #3
    Mýsra Fýrat - ait Kullanýcý Resmi (Avatar)
    Title
    Aileden Biri
    Üyelik tarihi
    20.Haziran.2013
    Mesajlar
    128
    Konular
    32
    Aldýðý Beðeni
    0
    Verdiði Beðeni
    0
    emegine saglýk

Benzer Konular

  1. karýþýk kürtçe þarký sözleri
    Konu Sahibi [email protected]@N Forum Kürtçe Sarki SözLeri
    Cevap: 4
    Son Mesaj : 11.Mart.2013, 23:41
  2. Bûk û tûtûk
    Konu Sahibi DerDoCan Forum Çiroken Kurdi
    Cevap: 1
    Son Mesaj : 03.Mart.2010, 08:08
  3. Rovîyê dûvqut
    Konu Sahibi £LiFè Forum Çiroken Kurdi
    Cevap: 1
    Son Mesaj : 30.Mart.2009, 04:18
  4. Bûk û tûtûk
    Konu Sahibi £LiFè Forum Çiroken Kurdi
    Cevap: 0
    Son Mesaj : 30.Mart.2009, 03:30

Bu Konu için Etiketler

Yetkileriniz

  • Konu Acma Yetkiniz Yok
  • Cevap Yazma Yetkiniz Yok
  • Eklenti Yükleme Yetkiniz Yok
  • Mesajýnýzý Deðiþtirme Yetkiniz Yok
  •