Pirtûka "Notên Dewranekî


Danasandina pirtûka ;Notên Dewranekî; ya Paşa Uzunî ji qelema niviskar Gabar Çiyan: Dîmenek ji dîroka Gelê Kurd a jibîrbûyî

Piştî avakirina komara Tirkiyê, artêşa tirka çend caran dest danîne ser hikûm û konaxa demokrasiyê rawestandin. Bi hatina cuntayên leşkerî, ne tenê konaxa bicîhbûna demokrasiyê li Tirkiyê birîndar bû, lê belê raçavkirin û parastina mafê mirovan û mafê çandên din jî ketin nav piya, civat û medîa tirka ji awira hizirkirina azad ve hate felckirin. Nexweşiya îro a civat û medîayê ji gelek awiran ve bi wan konaxan ve girêdayî ye.

Bi hatina cunta leşkerî a 1980 î, bakurê Kurdistanê bû îşkencexane. Artêşê û hêza ewlekariyê, ne tenê li Kurdistanê, lê belê li derveyî welêt jî çalakiyên terorî bikar dihanî. Xebatên hêz û kesên welatperwer dihate raçavkirin û tedbîrên vekirî anjî veşartî dihatin girtin.

Cunta leşkerî a 1980 î yek ji wan çalakiyê leşkerîye ku Kurdistan wêran kir. Kurdistan di bin pêla hêza leşkerî de çend salan xwîn giriya. Bi sedan ciwanên kurd di zindanan de hatin îşkencekirin, beşek seqet ma û hinek ji wan jî ava şehadetê vexwarin.

Amadekariya 12 îlona 1980 î diçe salên 1976-79 an. Wê demê şiyarbûnek tevayî li Kurdistanê pêk hat û Gelê Kurd bêhtir li nasnameya xwe, zimanê xwe, çand û dîroka xwe xwedî derket. Hejmarek dezgehên demokratîk ava bûn û hêzên kurda di nava gelê xwe de piştgirî werdigirt. Ciwanên kurda ji bo pêkanîna şoreşê xebatên hêja dabûn pêşiya xwe. Lê car caran plan û hovîtiya neyaran dihate jibîrkirin.

Istixbarata tirka, hêza leşkerî û polîsî, hayê xwe ji şiyarbûna kurda hebû. Raçavkirina wan bi şêweyeke sîstematîk li Kurdistanê hebû û hayê xwe ji kesên "kurtçî" hebû. Piştî salên 76-77 an hejmara wan kesên kurdparêst bilind bûbû. Ber bi salên 78-79 an, pirsa netewî, li komele û dezgehên demokratîk vekirî munaqeşe dibû. Pêşketina erênî, tirsek mezin dixiste dilê neyeran. Ber bi sala 80 î ve, di nava kes û hêzên kurda de nakokiyên îdeolojîk dest pê kir. Paşê, nakokiya cihê xwe da pevçûn û nexweşiyan ûhwd...

Hewildana neyaran ew bû ku, ji bêtecrûbebûna kurda sûd bê wergirtin û bi provakisyona berê hêzên kurda, ji dijminî bêhtir, bide hev. Gelek kesên kurd, bûne qûrbana planên dijminî û êşiyan. Neyaran êrîş bir ser malên welatperwera û gelek kes hatin girtin. Paşê cunta leşkerî hat. Û neyarên hov, Kurdistan kir dojeh...

Pirtûka "Notên Dewranekî", muhaseba berî 12 îlonê ye. Beşek ji xeletiyên me dihêne zimên. Nivîskarê vê berhema hêja, Paşa Uzun, ji awira hêza xwe pirsê dinirxîne. Ji herêma xwe dest pê dike û li ser çalakiyên organîzasyonên kurda yê berî 12 îlonê agehdariyên giranbûha dide. Xeletiyên hêza dihêne zimên. Nakokiyên nav eşîrên kurda û helwêst û lîstikên dewletê beşek ji vê xebatê ye.

Uzun bi xwe jî dibe qûrbana derewekê û berî 12 îlonê bi salekê tê girtin. Li hepsa Sîweregê radize. Paşê wî dihênin zindana Amedê.

Rewşa zindana, hovîtita li ser girtiyên kurda a berî 12 îlonê û piştî wê dide ber hev. Li ser sedema êrîşên wan kur dibe û tecrubeyên xwe dide pêş. Kêmasiyên hêzên netewî ki zindanê dinirxîne û li ser sedemên wan kur dibe.

12 îlonê û rewşa zindana, bahoza hovîtiya tirka li hemberî ciwanên kurda têra xwe balkêş e. Êşa dayikên kurda li ber deriyê zindana û îşkenceya serdana girtiyan, bi serê xwe cihê romanekê ye.

Destpêka berxwedanê, bi parastina polîtîk derdikeve holê. Paşa Uzun li ser pirsê, ji nivîskarekî bêhtir, bi çavdêriya xwe, xwe dide berepêş. Zaniyariya piralî li ser parastina polîtîk, bilindbûna hejmara girtiyan û çareseriyên li hundir, îşkencekirina girtiyan ne tenê ji aliyê neyaran, lê belê ji aliyê kurda jî dide mirovî. Avakirina komunan, pêkanîna yekîtî, hevkarî û berxwedanê li hemberî zilma neyaran, têra xwe bi sûd e û ji bo îro jî mesajan hildigire, dighêjîne me. Xebata Paşa Uzun hetanî roja avakirin û bicîkirina girtiyan di Zindana hejmara 5 an li Amedê didome.

Pir giring e ku kêmasiyên me yê berî 12 îlonê, piralî û ji aliyê tevayê hêz û kesan ve bê nivîsîn. Lîstikên neyeran bê nirxandin ku em tecrube û kêmasiyên xwe yên dîrokî neqlî neslên nû bikin û sûdan jê wergirin. Pirtûka Notên Dewranekî, ji vê awirê ve xebatek hêja ye. Uzun, çend pelên dîroka me ku di tariyê de mane, ronî dike.