Dîmena Çiyayê Cûdî



Çiyayê Cûdî yek ji çiyayên mezin ên bakurê Kurdistanê ye. Çîyayê Cûdî dikeve navbeyna Şirnex û Silopiyê de. Cûdî ji wextê Nûh Pêxember, kû Gemîya wî heta îro jî meşhure û niha çîyayek gelekî giringe. Tête zanin, ku heta Gemîya Nûh Pêxember di wextê Tofana Nûh de liser çîyayê Cûdî sekinîye. Ji hingê û heta niha, Cûdî wekî çîyayek bi xêr tête naskirin. Her sal ji gelek derên Kurdistanê û heta ji derveyê Welat jî mirov dihatin ku herin ser Sefîneya çîyayê Cûdî. Mehek an jî heyvek sax diman liser Sefîneya çîyayê Cûdî.
Bes niha ji salên 1995 an pêde Çîyayê Cûdî hatîye qedexe kirin, ji ber ku eve 10 salin Tirkî Operasyonên xwe yên leşkerî di vê menteqê û heremê de bicih tîne.
Çîya`yê Cûdî û daristanên wê di nav sala 2006 de gelek caran ji alîyê leşkerê Tirk ve hatîye şewitandin. Wextê ku xelkê herêma Şirnex, Cizîr û Silopî nerazîbûna xwe li dijî agiberdana çîya`yê Cûdî nîşan didan, leşkeran ne dihêlan ku agir werde vemirandin. Îsal heta çar û pênc caran ji alîyê leşkeran ve agir berdane Cûdî.
Nivîsana paşîn:Tebaxa sala 2006 an.



Cûdî di helbestan de

ÇIYAYÊ CÛDÎ
Serê çiyayê Cûdî tu raweste û binêr.Axa welatê kurdan hemû zîv û tev zêr.Ji wê dê tu dibînî Şernex, Zaxo û CizîrSed heyf û sed mixabin hemî bê hakim û mîrGulî, Sindî, Silopî weko eynê diyar eBêspin, Bêþêr û Hevler hatin bi yadîgar eBerde, Dêrgul, Herekol, heta bicit PiştkeverTor û Singar û Bêxêr kêla Memê BeranberHemî qesta te dikin ey Cûdiyê miradanTu qiblegah î îro ji bo vî qewmê kurdanÇendî xweþ î, bilind î tu ey çiyayê CûdîTe cend nav û nîþan hişt ji bo vî qevmê kurdîBejna te bejna Zînê, mêranî wek Memê AlDinalim ser te îro, ji qehran bûme evdalTaca serê te zêrîn, tu serbilinê EyranWextek hebî te zû da hemî ji bo te heyranHeke nîzîk heke dûr, weko Mekeh MedînêEv ji cihek meqedes werin da em herinêKo roj hate rasta te, heval heyv û stêr inLi vê rewş û xemla te hemî pêkve dinêrinSelam û erzi hirmet ji bo Cudî Nûh-NebîTu misteheq î fexr î bibêjî ma kî hebîBotî bo te dibêjit hero sed car ezbenîTaqê eywanan Kesra li pêş te her dikenî