f
|
|||||||
| Kayıt ol | Yardım | Üye Listesi | Ajanda | Arama | Bugünki Mesajlar | Forumları Okundu Kabul Et |
|
|
#1 |
|
Şehribana K
urdi - Lo Lo Pismamo Lolo pismamo Lolo pismamo çima deng nakî Serê xwe carek bilind ranakî Leşkerê dujmin li çiyayê jor in Weke xweşmêra j***8217;hev bela nakî Lolo pismamo zanim xweşmêr î Pismamê ristem yan Êzdîn şêr î Roja halanê, roja lêdanê Mêr û gernas î dotmam bi gorî Lolo pismamo haya te j***8217;te bî Çarika minê reş li serê te bî Roja lêdanê mêr be l***8217;meydanê Kuştin tim hebî, reva te nebî Dotmama te me, min çav kildaye Derefşa kawe, bo te hildaye Rojek lêdanê, rojek razanê îro lêdan e roja kurda ye Dengê min zîz e hewar û gazî Serqot û pêxwas, birçî û tazî êriş e lêxe pismamo lêxe Şerm û fehêt e îro tu razî Şalê xerzanî rabe li xwe ke L***8217;pişta xwe girêde rext û fişek e Pisamê min î, dotmama te me Mi j***8217;te re kil dane çavên belek e Helbest: cegerxwîn Muzîk: aram Gelo ew kî ye Gelo ew kî ye, ji wê de têye Çi bejnek zirav, wek rihanê ye Gelo ew kî ye, ji çi eslî ye ) Çavî kil dane, keça kurdan e )dîsgotin Navê wê xan e, gula baxçan e Eslê bavê xwe, keça kurdan e (dîsgotin) Ew çiqas xweş e, çavê wê reş e Bejna narîn e, bi xwe şêrîn e (dîsgotin) Xwezî min bidîya, têr jê hezbikra Wê ji dilê min, ecêb xweş bikra (dîsgotin) Min xew de dîye, dibêm horî ye Nav lê danîne,dibên têlî ye (dîsgotin) |
|
|
|
|