Register | Sifrenizi'mi Unutunuz ?
Close Panel
Kürtçe Radyo - Kürtçe Mp3 - Kürtçe Chat

f
Go Back   Kürtçe Radyo - Kürtçe Mp3 - Kürtçe Chat >
Aþk Doktoru > Þarký Sözleri (Lyrics) > Kürtçe Sarki SözLeri

Kayýt ol Yardým Üye Listesi Ajanda Arama Bugünki Mesajlar Forumlarý Okundu Kabul Et


Konu Bilgileri
Konu Baþlýðý
Mihemed Þêxo þarký sözleri
Konudaki Cevap Sayýsý
0
Þuan Bu Konuyu Görüntüleyenler
 
Görüntülenme Sayýsý
294

Yeni Konu aç Cevapla
 
LinkBack Bookmark and Share Seçenekler
Alt 17.05.10, 11:36 AM   #1
Kullanýcý Profili
Endamê Taybet
ArJin FaRqin - ait Kullanýcý Resmi (Avatar)
Kullanýcý Bilgileri
Üyelik tarihi: Apr 2010
Üye No : 10830
Mesajlar: 319
Rep Puaný : 10
Rep Derecesi : ArJin FaRqin is on a distinguished road
Standart Mihemed Þêxo þarký sözleri

Mihemed Þêxo



Ay lê Gulê
Ay lê Gulê Gula minê
Þêrîna l***8217;ber dilê minê
Gulê nadim malê dinê
Ez ser gulê têm kuþtinê

Gulê kesk û sor û zer e
Nîþana alê li ser e
Êdî reng sipî û gewher e
Þêrîn û peymana minê

Rengê te yê pir delalî
Bilbil li ser te dinalî
Te nebînim bi vî halî
Armanc û kedera min î

Zordar dibê ez gul nadim
Ezê zend û benda badim
Ezê lê gilh û seradim
Azad bibî b***8217;þorþa minê

Bi xudê ez pismamê te me
Bi sûnd pesindarê te me
Ser ceng û hewarê te me
Qelenê te ji xwîna minê
Helbest: Rêncber
Muzîk: Mihemed Þêxo

Eman dilo
Eman dilo eman dilo
Ji derdê yarê tim bi kulo
Janê eþqê avêt dilo
Dil û kezeb tev bûn kulo
Yar bû gul û ez bûm bilbilo
Eman eman eman dilo
Eman eman eman dilo
Ji derdê yarê tim bi kulo
Janê eþqê avêt dilo

Ji nav bexça meþî û bi rê ket
Por wek herîr li ber bê ket
Canê min ma û dilêm pêket
Dil wek tîr ji kevan lê ket
J***8217;serêm çû hiþ û aqilo
Eman eman eman dilo
Eman eman eman dilo
Ji derdê yarê tim bi kulo
Janê eþqê avêt dilo

Ji nav gulan derket meþ tê
Wek horîya ji nav bihuþtê
Ji gulan hilm û bêhna xweþ tê
Ji hêsra hûnarkem bûn þilo
Eman eman eman dilo
Eman eman eman dilo
Ji derdê yarê tim bi kulo
Janê eþqê avêt dilo

Di ber min re bihurî û dimeþe
Yek li ber min kir wek þeþ e
Li pêþ min kir þeva reþ e
Bûm birîndar û nexweþ e
Dil û kezeb tev bûn kulo
Eman eman eman dilo
Eman eman eman dilo
Ji derdê yarê tim bi kulo
Janê eþqê avêt dilo
Helbest: Mihemed Elî Þakir
Muzîk: Mihemed Þêxo

Nesrîn
Demê min tu dîtî Nesrîn
Herdu çavêt di reþ digrîn
Ewan çava di gotne min
Careka dîn tu min nabîn
Dil û canêm tev bûne xwîn

Ji hemîla min vebûn birîn
Ji ber þenga didan zêrîn
Ji ber þoxa bejin þêrîn
Te dêm têkel befr û xwîn
Tu j'gula buy gula Nesrîn

Buhar behî, Nesrîn werya,
Kevnenêrî li ser çêrya
Heyfa min têt Nesrîn girya
Rondik weryan ser wan rûya
Ew çavê reþ gelek girya

Nesrîn xwezî te bibînim,
Tu þîn bibî careka dî
Ne li vê dinê li dinek din
Ne li vî warî li warekî din
Gotin û Muzîk: Mihemed Þêxo

Xemcivîn
Ez bûme pîrê xemcivîn
Bê hiþ û mest û jêr nivîn
Li dil vebûne sed birîn
Ji ber evîna þoxa þêrîn
Bilbil civanê gulê ye

Evîna te ez pîr kirim
Bê can û hem bê bîr kirim
Bêçar kirim, xembar kirim
Þaþ û nezan û jar kirim
Bilbil civanê gulê ye

Dilê xemgîn kir êþ û jan
Agir berda hinav û can
Hey zalimê bê bawerê
Ma kanê peymana berê
Bilbil civanê gulê ye
Helbest: Sebrî Botanî
Muzîk: Mihemed Þêxo

Yar Gewrê
Carekê min dit ji xwe re gewrek
Çavê wi reþ û belek
Xwe berda nav dilê min
Min jê hez kirî gelek
Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min

Hat bîra min birh û çaw
Lêv û diranê li hev
Bejn û bala teyê zirav
Porê tarî weke þev
Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min

Ez û gewrê bûn dilek
Bûne rihek bûn canek
Tu car gewrê ji bîr nakim
Ji niha û sed û salek
Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min
Nesîbê me tev rabû
Ne b***8217;destê min û te bû
Xêrnexwaza em dûr xistin
Lê dilê min li cem te bu
Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min

Binêr li min û vî halî
Ji eþq û xema ez dihelim
Wextê çawêmin li te ket
Keser xwe ser da alî
Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min
Helbest: Kemal Þanbaz
Muzîk: Mihemed Þêxo

Þêrînê nû gîhayê
Þêrînê gewr û rind e
Lihevhatî û bilid e
Pêçî ji mûm û find e
Þêrînê nû gîhayê
Li ser min pir bihayî
Rabe çaxa xewê ye
Bê te xewa min nayê

Were þêrîn li ba min
Xeman nexwe seba min
Were rûnê li ba min

Þêrînê nû gîhayê
Li ser min pir bihayî
Rabe çaxa xewê ye
Bê te xewa min nayê

Dîlber çiqas delal e
Bê hogir û heval e
Her dem me dil li bal e

Þêrînê nû gîhayê
Li ser min pir bihayî
Rabe çaxa xewê ye
Bê te xewa min nayê
Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: Mihemed Þêxo

Ax û yeman Þikrayê
Sebra min bê te nayê
Þêrînê nû gîhayê
Te ez xistim te ez helandim
Te ez berdame dinyayê
Te ez berdame dinyayê

Ax û yeman Þikrayê
Rê dûr e xeber nayê
Çavê min rê de maye
Ax û yeman Þikrayê

Nazik û navgiran î
Tu bi derdê dilan zanî
Agir berda vê canê
Hên jî tu nayî rayê
Hên jî tu nayî rayê

Ax û yeman Þikrayê
Rê dûr e xeber nayê
Çavê min rê de maye
Ax û yeman Þikrayê

Bûm nexweþek bê derman
J***8217;derdê kitek ramûsan
M***8217;nedî wek te bê îman
Tere ketim belayê
Ax û yeman Þikrayê

Ax û yeman Þikrayê
Rê dûr e xeber nayê
Çavê min rê de maye
Ax û yeman Þikrayê
Gotin û Muzîk: Gelêrî


Di xew de
Di xew de ez çûme þûn wara
Nale nalê van dîdara
Ax û ofê evan yara
Nedihat dengê van dildaran

Leyla rabû xwe di min wer kir
Go dildaro te çi li min kir
Te dil fêrî dildariyê kir
Te ez hêlam te xwe ker kir

Leylayê çi di min nehêla
Giyanê min kir têk þêla
Min go diçim wê nehêla
Gêrandim ser kavl û kêla

Go baþ e tu çawa hatî
Baþ bû kesî tu nedîtî
Xwezî bi saxiya xwe min dîtî
Gerdena min te têr mêtî
Helbest û Muzîk: Mihemed Þêxo

Ez der bûm
Ez der bûm dinyayê bi þîn û bi ser
Ez bûme xerîb geram der bi der
Felek roja min çû nehat û nema
Te ez berdayîme deþtan û çema
Helbest û Muzîk: Mihemed Þêxo

Were were
Were were li nik min rûne
Dilêm kul e bikewîne
Eger rojê ez te nebînim
Hemî dema li min girîn e

Were were reng esmerê
Wek kulîlka li pencerê
Þev û rojê di xeyalê de
Dil û hinav hatin derê

Were were çavêd belek
Wê xwedana pirça xelek
Tu bi Xwedêkî ji nik min neçe
Kulê dilêm bûne gellek
Muzîk: Mihemed Þêxo

Min canek dît
Min canek dît li nav çiya
Ronahî da çar aliya
Rawestam bin sîka biya
Nexweþ bûm ketme nav ciya

Hiþyar kirim qêjnawê
Min xwe avêt ber piyêt wê
Ber perekî mezin ya wê
Min jî guh da gazinêt wê

Nesaxeke giran im ez
Ya bê pirs û bê derman im ez
Bê Xudan û sexbîr im ez
Ya bê bab û semyan im ez

Ferhad ez im þêrîna min
Wey te xwelî bi serserê min
Wey nazik û serbara min
Kul û gazinda neke ji min

Kaxeza ji kê re biweþînim
Perda çî þêxî bi hêjîn im
Ser kêleya çê çakî rûnim
Dermanê te ji kîre bînim
Muzîk: Mihemed Þêxo

Dilvîna min
Min canê dît bi çavêd zil
Min yarê dît bi dilê kul
War û hêlîn bûne kavil
Min tu hêlayî
Belê ne j***8217;dil
Dilvîna min, dilvîna min

Ji nav baxî ez hatim çinîn
Dûr ketim ji warê þêrîn
Kilêz bit jî nabe hêlîn
Bê awaz û cejn û narîn
Dilvîna min, dilvîna min

Bigrîm bo xo ya ji bo te
Li ser xo ra sotim bo te
Sûnd bi kavl û wêranya te
Dîlber nadît evîna te
Dilvîna min, dilvîna min

Qalka zika her bihilavê
Berba çûye ber barovê
Þerme li testûrî ravê
Du car bikevî yek davê
Dilvîna min, dilvîna min

Kaniya te av jê fîrkirî
Te nedizanî ya dafkirî
Te girêdan çav û burî
Xewn bû go tu ser da birî
Dilvîna min, dilvîna min

Were guh bide vê pestê
Ezê dijîm çerxa bîstê
Ger liv livîm dibên rast e
Ger nexweþ bûm ketme xestê
Dilvîna min, dilvîna min
Helbest: Mistefa Artûþî
Muzîk: Mihemed Þêxo

Cana þêrîn
Ma te çend keç hilbijartin
Te bi destê xwe veþartin
Çend serhatî bi ser te hatin
Ma te bo çi qîz negirtin

Ey can canê cana þêrîn
Te du pirsyar ji min kirin
Car revend in car koçer in
Nizanim kê em jê kirîn

Þibê de ta roj diçû ava
Ta ku heft nîvekê þeva
Her ez bûm þevgerêt þeva
Ez bûm per canê van çava

Revend im ez revandim ez
Revendekî bi lez û bez
Yê bê reþmal û koz û pez
Ji dîtina te têr nabim ez
Helbest: Mistefa Artûþî
Muzîk: Mihemed Þêxo

Rabe ji xewê
Rabe ji xewê çavê raketî
Dilêm þewitî agir pêketî
Þêrîna min çû tu dil vêketî
Lê çibkim îro ji dest min derketî

Þêrîna min bir zalim neyara
Ez mame feqîr mam li ber dîwara
Ez bandikim qêrîn hewara
Kî serhêlîn e kî ji xew þiyar e

Ser min zivistan, ka bihara min
Þêrîna min ket dest neyarê min
Wê li min qut kir ziman zarê min
Li min xopan kir þûn û warê min

Çi dem bê ser min ji biharê dila
Ku bê guhê min dengê bilbila
Ez wê hilgirim ser herdu dila
Ez pê dermankim derd û kula
Helbest: Bêbihar
Muzîk: Mihemed Þêxo

Hebs û zindan
Heps û zindan kûr û tarî xewa min nayê
Ji eþq û evîna gulê ketme belayê
Gula min vebû bîn dabû serê çiyayê
Min go gulê were vir, go ez bêwext nayêm

Gula min kesk û sor heyran gula min geþ e
Gula min bi xelkê tal e bi min pir xweþ e
Dunya li ser me ron heyran bextê me reþ e
Dest ji gulê bernadim ku xwîn bimeþe

Gula min rengîn e heyran gul sor û zer e
Hebs û zindan tê ez rizyam gul bê xeber e
Gula min bindest e heyran bi kul û keser e
Dest ji gulê bernadim can bidim ser e

Gula min tu xeyidî min guneh çêkir
Te ji min re çi got û min can û dil kir
Mal û can dabû ser heyran gelek hindik kir
Rêka min gelek dûr bû va iþqê kin kir
Helbest: Bêbihar
Muzîk: Bêbihar

Gulîzar
Gulîzar Gulîzar...
Ezê rûniþtî me li bin darên serê kaniyê
Min dî Gulîzara min av dianî...
Piþta xwe da min, kirî meþek bi giranî
Min ba kirê Gulîzar Gulîzar Gulîzar
Tu bihara emrê min î Gulîzarê

Were were Gulîzarê
Sifet wek heyva biharê
Tu wek kulîlka hinarê
Wer ji min re tu xweþ yarê

Gulîzara***8217;m tu delal î
Tu delal t xweþ heval î
Binêr li min û vî halî
Hêstir ji çavêm tên xwarê

Gulîzaram tu xweþ xatûn
Aþiq bûn wek Leyla û Mecnûn
Hela were dîlber tu rûn
Ji sibê heta êvarê

Min li te nêrî min axîn kiþand
Min axîn kiþand dlêm êþiya
Ez bûm wek dîn û serxweþa
Ez bang dikim þêrîn yarê

Gulîzaram li dibistanê
Çente bi desta li eywanê
Xelk û alem tev dizanê
Weke berfa li ser zinarê

Perwîn
Perwîn keça nûgihiþtî
Ew delala xwedê hiþtî
Çaxa serê xwe li min hilda
Cerg û dilê min biriþtî

Çiqas bêjim pir þêrîn e
Keça têra min nalîne
Ji ber bext û peymanê xwe
Du reþmara li min werîne

Du reþmar û herdu kezî
Min go rabe wê go bixwazî
Çaxa berê me ket welat
Hêvî û gazî li pey me bezî

Welatê min sor û þîn e
Tevde buhara rengîn e
Hinga min dî av û kevî
Nûka xweda min mizgîn e

Em vegeriyan ji welat e
Me ne sebr û ne tebat e
Mehra dila em hatin mal
Qehra mezin ma welat e
Helbest: Bêbihar
Muzîk: Mihemed Þêxo

Eyd û erefat
Gava li me hat eyd û erefat
Roka sibê li me hilat
Ew dil û can ji ter kir xelat
Hew xeyrî van bi destê miv***8217; hat

Dilê min bû behra bêbinî
Tu bû gemî lê sekinî
Te ez helandime ji binî
Evîna me bû serpêhatî

Kanî ew sozê te û min
Ka ehdê te li ber destê min
Tu bi kud***8217; bir ew dilê min
Ew ehd û soz kêr min nehat

Gava tu li ber çavê min bû
Cîhan li ber min heyv û ro bû
Gava tu ji ber min dûr dibû
Bê te qet sebra min nehat

Ka hêlîna me ava kir
Xewnê þeva me esas lêkir
Bayê ber tavê xerakir
Ji serê min bir hiþ û mat

Kê dinya hejand
Kê dinya hejand
Kê dûlab gerand
Ew Barzanî kak
Rabû þûr kiþand

Kurd hatin bi dor
Bê kotek û zor
Rijandin xwîna sor
Barzan lê þikand

Yek ji wa Barzan
Ew bazê pehlewan
Ew Mehdiyê zaman
Bi mêranî heyf hiland

Ne dêwê guhder´z
Ne ristem û gurz
Bê himet û hêz
Barzanî nav stand

De hêvî ma xweda
Himetê bid***8217; Kurda
Wan mêr û merda
Xwîna xwe rijand

Pir þêrîn e
Kurdistan pir þêrîn e
Tevde mêrg û kanî ne
Ew buhuþta cîhanê
Buhuþt xeyrî wê nîne

Pênc hezar sal em hebûn
Em tevde azade bûn
Millet tev bindestê me
Yek ji me Selahidîn e

Welato tu pir hêja yî
Tu welatê me Kurda yî
Di cîhan de tu deng dayî
Tu weke find û çira yî

Ka we ke Kurdistanê
Ji xeyrî dîn û îmanê
Ji te re bibim bi qurban
Roja cejna qurbanê

Wan darê xox û rêva
Bimeþe û bixwe bi lêva
Kî heye milletê wa
Ji xeyrî me Kurda pê va
Helbest: Rêncber
Muzîk: Mihemed Þêxo

Aso ey hawar
Aso ey hawar agir berbîne
Aso cerg û dil tijî birîn e
Herdu çav herdu çav tijî girîn e
Dest û pê dest û pê bo te girtî ne

Ey hawar e ey hawar e
Bû bû Aso bû zalim bû

Aso kulîlk e di nav berfê de
Aso stran e dilê min lê da
Ev roka wer kê dîtiye cana min
Cana min ma bo çiye

Aso stêra geþ tu car nagihêmê
Aso kuþtî me ji ber vê þermê
Evînî bo çi ya þerm e
Li nik me ya bi tirs û sehm e

Þivan
Dînê lê lê
Þivan pez daxist ji çiyê
Ay dînê lê lê
Birî dora kaniyê
Ay dînê lê lê
Bêrîvan çûn pêþiyê
Ay dînê lê lê
Dotin bizin tev miyê
Ay dînê lê lê

Þivan pez anî zinêr...
Ber kendala rê du gur...
Berxê biçûk me kir nagir
Çêran a li nav gul û giyê

Þivan pez anî welêt
Nav bexçe tev dar û sêv
Van gîska kir kire-kir
Çêra li nav gul û giyê

Pez anî dora bîrê
Sazî kir bi wê bilûrê
Kotan xwe da hemberê
Kerî girt dora miyê

Mixabin
Mixab bi navê jînê
Sotim derdê evînê
Ma ne bes e þêrînê

Were þêrînê canê
Ji dil derxe vê janê
Bila herkes bizanê

Ma bo çi ye ev evîn
Jana wê ku nebe jîn
Ey dîlbera xemrevîn

Tenê tu yî zîna min
Armanc û evîna min
Wêran neke jîna min
Helbest: Sebrî Botanî
Muzîk: Mihemed Þêxo

Dil kuþtiyê
Dil kuþtiyê awirên çavên te
Dil girtiyê reþmûyên çavên wê
Nam þêrîn tam þêrîn dêm þêrîn

Li hember min rabe ser xwe weke roj
Ji ber singê cana min biþkoj
Navzirav rû gulav ser dilav

Yarê ez kuþtim li min nabê êvar
Derman çi ye kes nizane bes yar
Renge rû tarî mû rinde rû

Min dil daye buhayê du sêva
Min can daye buhayê du lêva
Dev li ken, lêv û çen, xweþ beden
Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: Mihemed Þêxo

Keça delal
Çava kilke, xeml û xêla xwe girêde keça delal
Were dilê min derman bik te derb lêda nego menal
Keçê te baskê min jêkirin bam bê mefer
Ez kor bûme ji dîtna te nakim der
Nayêm nayêm, nayêm dil derman nakim
Ez ne dextor im ku birîndara rakim

Keçê ez mirim te xwe li min kire ferman e dil þewitî
Were bibîn dîtina te ji min re derman e tu nalebitî
Keçê baskê min jêkirin mam bê mefer
Ez kor bûme ji dîtna te nakim der
Xortê hêja menale ruh li te nema
Te çi li min divê serseran va li ber te me
Nayêm nayêm, nayêm dil derman nakim
Ez ne dextor im ku birîndara rakim

Ji min dûr ket
Tu ji min dûr ket þêrîn
Êþê avêt hinavê min
Wez birîndar tim li ber çavê min

Hat bîra min ew rojên geþ
Min buhurand bi dilkî xweþ
Tim tu bihara dilê min bû
Pir kêfxweþ bûm bi wa çavêd reþ

Min gazî kir dilo rabe
Di nav dila de tim xuya be
Çima tu tim kêfxweþ nabe
Çima gula te geþ nabe

Li min vegerand ez dinalim
Wez brîndarek bêhal im
Ji ax û hesreta dikalim
Ji þêxê re ez evîndar im
Helbest: Beþîr Çeçan
Muzîk: Mihemed Þêxo

Ey felek
Ey felek bo te dinalim
Bo çi nêrgiz çilmisîn
Ew çima bextê me ho ye
Em bê dost û bêkes in

Qe dihêt ma qe dihêt
Ew roja min û hewe divê
Kanîka arî bizêt û
Jê vexwin çend me bivêt

Agirê sra û vemirî
Çav me lê tê geþ bibî
Ew buhara tehnî kuþtî
Hêvîdar in xweþ bibî
Helbest: Bedir Xan Sindî
Muzîk: Mihemed Þêxo

Her erom
Her erom erom
Dilim elerzê amoza can
Lembecê ma wa
Mi gerden berzê amoza can
Amoza tû bala berz î
Amoza tu bo min ferz î

Li te digerim
Menzîl bi menzîl amoza can
Min liþwênê dil
Dil li þwînî gul amoza can
Amoza tû bala berz î
Amoza tu bo min ferz î

Aþe bextê min
Reþî benwênê amoza can
Kê dî we buhar
Gul hel werênê amoza can
Amoza tû bala berz î
Amoza tu bo min ferz î

Fermisî dilre
Berdî lê dibarê amoza can
Çûn dilê hinê
Ya bê te xwarê amoza can
Amoza tû bala berz î
Amoza tu bo min ferz î

Di zindanê dinalim
Di zindanê dinalim ez
Sibê de heta êvarê
Çava vedikim te nabînim
Tu ji min dûrket þêrîn yarê

Evîndarê te bûm dinê
Va îro tu mi dihilîne
Çavrondika dibarîne
Dil bi çav re dinalîne

Tu gul bû min tu bîn dikir
Çiqa gava ez hatim hundir
Tu dûr ket te dilê min bi xwe re bir
Tenha te ez hiþtim þêrînê

Dikim derim ji dinyayê
Ka soza ku te bi mir dayê
Te hewara min his nayê
Gelo tu ji ku diaxînê

Axîna min û te bi tenê
Çare tune jê re li dinê
Ma dost nîne li vê dinê
Cergê me suht vê evînê
Helbest û Muzîk: Mihemed Þêxo

Rewþa civata
Rewþa civat û cihêla
Gerdena van bejin kêla
Xudena sê pel û pêla
Van sê pela civat kêla

Rûniþte xwar rûs û çîplaq
Þîrê spiye gûzik û paq
Ron û geþbûn dîwar û taq
Fermiskê berfîne pê û loq

Rêk û pêk û miþt û tijî
Berdan ava birc û bijî
Xwe lê zivirand û girnijî
Got ez im dîlbera mijî

Bibîne silava gulya
Hawar bû req-reqa tilya
Civat bi carkê hel hilya
Kes nema go ne azerya

Çihêla destêt xwe hildan
Kura li keça çav wer badan
Bû seyran û çeple lêdan
Hemî rexa bû maç lêdan

Kewê
Kewê xortê ser çiya bûm
Her bilbilê awaza bûm
Dengê cihêlê genca bûm
Min deng dabû çiya û newal

Xort û lawên min heval bûn
Aþiqê dengê zelal bûn
Li ber çêla geþe gul bûn
Rewneq dabû bask û kendal

Ref ref hatin dildarêt me
Li dûv deng û awazêt me
Ji ber hawar û gazinêt me
Dîlan kirin cihêl û kal

Çiya me li ser awaz xwendî
Mêrga me lê dilan re çandî
Cergê lawa pê hejandî
Îro mame bêdeng û lal

Bextê we me ey hevalê
Ey tolazên pîr û kalê
Di wê rojê de em binalin
Da ji bîr nekin neçit ji bal
Helbest: Xelef Zebarî
Muzîk: Mihemed Þêxo

Þermîn e dil
Þermîn e dil dê çawa þevçiraxim tariya
Bo wê bêjim har û gêjim... dil berêjim min viya

Lew þêrînê nazenînê em ketin derdê evînê
Rewþen û þoxa dila xanzada textê evînê

Ew buhara li dêmê rijtî lê belavin lal û gul
Kew bi sohtin lê dixwînin, hêr û janê ev ro dil

Ger me zanî tu çi reng î... da bîna me hêt
Ne torîn û ne perî ne meye me ji dil divêt
Ji meya dilêvan dibarit bi rengekî sor û zelal...
Helbest: Bedirxan Sindî
Muzîk: Mihemed Þêxo

Xortên me
Xortên me lê ne bê jimar
Gêwên nehing in nav û dar
Serbestî û azadîkar
Jînê dixwazin bê hedar

Kurd im min azadî divêt
Xwînê dirêjin bo welêt
Þûnê didim xew li me nebê
Heya ji cî rakim neyar

Hew hêvî û gazî bikin
Ger em nebin dost dê çi kin
Derdê bi dest derman nekin
Lê em dimînin bendewar

Hingî me go em westiyan
Heya bi Çînê em gihan
Dengê me çû koma cîhan
Kesik li me nabê þiyar

Ala bi aþtî ya bi zor
Ferz e li me hildanê jor
Yan bêne kuþtin tev li dor
Þerm e ji vê em bêne xwar
Helbest: Ehmedê Þêxo salih
Muzîk: Mihemed Þêxo

Çavên xwe veke
Çavên xwe veke birîndarê min
Mêvanê te me kovandarê min
Bo min biaxêve evîndarê min
Li hêviya te me nêçirvanê min

Þermîn mêvanî belêt di xewnê da
Dê min hêlêve gel rojê helda
Rêka dildara ji nîvþevê pê da
Ne þareza bûm ketme divê þikê da

Çi ra derdê xwe ji min ra nabêjî
Salek duwazde meh tu herî gêj î
Ji dûriyê hatim mêvan im e jî
Hilo biaxêve bû dilê tijî

Þermîn çavêt xwe ez neþêm vekim
Ji vê pirsyarê þermîn dê ji te kim
Ev ser þoyabêt ez dilkî rêkim
Ji kanya çavê te sed pîka fire kim

Xem û xeyal
Xem û xeyalên te ez revandim
Li çol û kilala te ez gihandim
Ji ber sotim, te ez þewandim
Bayê evîna te ez hejandim

Dildarê rûyê di singê te me
Çelengê çakê mêvanê te me
Ji ber fermana te eleste me
Sondê serê te, te ez helandim

Dêrsim û Agirî di taca te bi
Sîpan û Cûdî di burhên te bi
Rewan, Derya Wan çavên te bin
Rondikên çavên te ez pêlandim

Þingal û bêxêr di biskên te bin
Sindî û Gulî guharên te bin
Geliyê Elî jî lêvên te bin
Tûj awirên çavên te ez þewandim

Dîjle û ferat di keziyên te bi
Kerkûk û Hewlêr du singê te bi
Sersing û Þeqlawa di devên te bi
Þêrîn zimanê te ez vejandim

Hemrîn û Metîn di rûkên te bin
Zozik û Þêrîn di guhên te bin
Barzanî bi xwe zimanê te bî
Li dora cîhanê te ez gerandim

Gera cîhan tev hemû ji ber te bî
Pêþmergên dilêr nîþana te bî
Ala kesk û sor li ser singê te bî
Þahî û cejna xwe te ez gerandim

Çipka xunavê
Çipka xunavê li ser nêrgizê
Carek dî hatî nav hoz û kuzê
Çavêt reþ hibrin li ser kaxezê
Te navþêrînê yar belengazê

Ta kengî bijîn bê jîn û viyan belengazê
Ta kengî bijîn bê çare û derman
Dema awazê vînê me lêda
Dê bûme kene bê þermî û tawan

Evîna xelkê þadî û huner e
Bo çi evîna me pir þerm û gir e
Dîroka vînê neþîm ji bîr kim
Ji serhatiya ya miþt û pir e

Xin û xiþkokê da bo te bêjim
Ez dê gazinda bo te verêjim
Ez evîndar im xelkê ez nevêm
Ez rastî bêjim yara ez nevêm

Xemê dilê min pir vîn û sax key
Xemê rondika hiþk û zuha key
Dergehê jînê ji bo me vekey
Þahî û govenda ji bo me karkey

Sînem
Lê lê Sînem çiya bilind e ez te nabînim
Erê bêbavê dinê min go mektûbekê biþîne
Cizîra Botan jî bo ez bi xwîn im Sînem
Erê eger tu nexweþ î ez textor im û ez hekîm im
Gotin û Muzîk: Gelêrî

Pêþkevin
Pêþkevin em serfiraz in milletê Kurdî
Yan mirin em dê bibînin, yan jîna Kurdî
Wa milletê Kurdî

Ala rengîn bo te deynim, ger ser bi derd im
Ger nekim vê tu bizane ku ez ne Kurd im
Wa milletê Kurdî

Kurdistan êdî menale lawê te hatin
Xwendevan xwînfiroþê axa welat in
Wa milletê Kurdî

Xwendewan û xwendegeh im bê al û leþker
Dê bijîn paþî bizanin rêçê bibin ser
Wa milletê Kurdî

Mal û dil û can bi carek bo te fîda kim
Xwîna xwey paqij dirêjim bindestî nakim
Wa milletê Kurdî
Helbest: M. Ehmedê Namî
Muzîk: Mihemed Þêxo

Keçka gundê me
Ez keç im keça gundan im
Kulîlka serê lawan im
Rîhana rêz û çeman im
Lawiko ez bêrîvan im

Delalê tu xwînþêrîn î
Dil req î lêv hingivîn î
Mij xorta gava min dibînî
Bêriyê ez evîndar im

Lawiko evînî þerm e
Geleka bi tirs û sehm e
Evînî guneh e li dev me
Lawiko ez bêrîvan im

Delalê bêjin rihanê
Kulilka heyva gulanê
Rêzana xweþiya jîyanê
Delalê ez evîndar im

Lawiko were mala me
Min bixwaze û sehke kilame
Gustilkê bike tilîya min
Lawiko ez bêrîvan im

Delalê bêje bavê xwe
Min bide û dewlet serê xwe
Qayil ke delalê dilê xwe
Bêrîyê ez evîndar im
Helbest: Ebdulezîz Sefer
Muzîk: Mihemed Þêxo

Min bihîstî
Min bihîstî tu nexweþ e dilo
Çibkim bextê min tim reþ e dilo
Dilê min herdem dikule dilo
Carekî nebûye geþ e

Delala min tu pir têþî dilo
Derdê xwe ji kesîr***8217; nabêjî dilo
Bendî te mam ez heliyam dilo
Tu kulê xwe ji min re bêjî

Nayêm ba we li min negrî dilo
Çima wilo tu bêsebr î dilo
Evîna te ez helandim dilo
Ma sozê te heya kengî

Hêstir ji çavê min tên xwarê dilo
Weke xunava biharê dilo
Alem tevde dikevin xewê dilo
Çavê min ji bo te þiyar in
Helbest: Kemal Þanbaz
Muzîk: Mihemed Þêxo

Axîna min tim ji dil tê
Axîna min tim ji dil tê tim ji dil
Lê min xist merez û kul, xem û kul
Hiner birin ji dest û mil, ji dest û mil
Hisret kirin ji dîtina gul, ji dîtina gul

Þev û rojêm dirêj kirin, dirêj kirin
Çav ji xewa bêpar kirin, bêpar kirin
Kul û xema bi hevre kirin, bi hevre kirin
Ta di dilde xwe bi cî kirin, xwe bi cî kirin

Çav û dilêm bûne gunehkar
Her civandin ta kirine bar
Ev derdê pir nayêne jimar
Xwe berdan ser dil wek kurmê dar
Helbest: Hilal Botanî
Muzîk: Mihemed Þêxo

êmê
Ay lê êmê, nazikê, nazdarê, sermezinê
Aqilkêmê beybûna welatê Diyarbekir
Hênikahiya welatêm Mûþê sozdara min î
Vî zemanî rabe êmê
Ay lê êmê bêbavê min go ez bi Yarimtepa þewitî diketim
Minê dî li kutê biya lê mi dî sê zeryê
Mala kalo hat û dimeþiyan
Lê meþa van keçika
Nebû meþa hakima, qeymeqama, yuzbaþiya êmê
Erê dengê van bêbavan
Nebû dengê naqosa, mifrediya
Lê bêna van keçika
Nebû bêhna misk û emberê þûþa kolonya
Bi ser kambaxê gundê me de furiya
Hevalno hogirno le min go bejna êma Hemo
Takrihana devê çemê wezê xeþîm im zaro me nema
Zanim ji kîjan alî de bêmê êma ma
Gotin û Muzîk: Gelêrî

Axîna min
Xwedê çawa gul we re çêkir
Nexþek nema li wê bejnê kir
Wextê çav dî gul bi xemê kir
Herdiwa di dil de hêlîn çêkir

Axîna min tim ji dil tê tim ji dil
Lê min xist merez û kul, xem û kul
Hiner birin ji dest û mil, ji dest û mil
Hisret kirin ji dîtina gul, ji dîtina gul
Helbest: Hilal Botanî
Muzîk: Mihemed Þêxo

Berdilê min
Berdilê min pir þêrîn e
Wek kulîlka bi hilm û bîn e
Dilê min bo wê bi evîn e
Bê te min gazî û qîrîn e

Derdê te weke Xabûr e
Bêbinî û kûr û dûr e
Pêlin gir in ê din hûr in
Limin xistin birîn dûr in
Çi Xabûrek bê devî
Wek geliyê dudevî

Tu ji mir bûye derd û keder
Tu car ji bala min nayê der
Wej***8217; evîna te nakim der
Tu ji mir***8217; bûye kul û keser
Hela were þêrînê
Derman bike vê birînê

Piþtî herdu çavê belek
Min heznekir hîna kesek
Belkî vegerî li me felek
Herdu dila dîsa bi yek
Miradê me bi cî werê
Eþa dila pê derê

Kengî li mew bê dem û dewran
Vegerê li me rojê ciwan
Bê me cejna herdu filan
Bê me bîna gul û baxan
Miradê me bi cî werê
Eþa dila pê derê
Muzîk : Mihemed Þêxo

Mihemedo ronî
Mihemedo ronî min go, minê çi ji te re got û tu xeyidî
Lê ava gola li min û Mihemedê min cemidî
Giyakê çola li min û Mihemedê min seridî
Lê heke yê neqeba herdu dilê þêrîn xera bike
Lê eger qîz bê tu car nezewicî
Erê eger jin bê tu car newelidî
Lê eger xort bê bi ciwanîka xwe þa nebî
Gotin û Muzîk: Gelêrî
ArJin FaRqin isimli Üye þimdilik offline konumundadýr   Alýntý ile Cevapla
Yeni Konu aç Cevapla

Paylaþ

Etiketler
mihemed, sözleri, þarký, Þêxo


Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir)
 
Seçenekler



Tüm Zamanlar GMT +3 Olarak Ayarlanmýþ. Þuanki Zaman: 11:51 PM.


Powered by vBulletin® Version (Kapalýyýz)
Copyright ©2000 - 2012, Jelsoft Enterprises Ltd.
Türkçe Çeviri : Kürtçe Mp3 Ýndir
Tasarim MirBey