f
|
|||||||
| Kayýt ol | Yardým | Üye Listesi | Ajanda | Arama | Bugünki Mesajlar | Forumlarý Okundu Kabul Et |
|
|
#1 |
|
Jan Axîn
Evîna bextewar tune ye Êdî wext dereng e, ji bo hînbûna jînê Bila dilê me biîskin, di þevreþê de Ji bo biçuktirîn stranek, kambaxî divê Ji bo her riçifa dil, axînek divê Ji bo tingîneke gîtarê, îske îskek divê Evîna bextewar tune ye Evîn tune ye ku, ji janê nehatibe Evîn tune ye ku, dil de birîn veneke Evîn tune ye ku, ru neçilmisîne Evin tune ye ku, ji girî nehatibe û tevî te ji evîna welêt Evîna bextewar tune ye Lê ev evîna min û te ye Cana min, xezala min, birîna dilê min Ez te di dil de disitirînim, mîna çûkeke baskþikestî Li me dinêrin û diçin, bêyî ku tiþtekî zanibin Dubare dikin li pey min, rîsiyê minê hûnandî Ewên ku hazir in bimrin, ji bo çavên te yên reþbelek Evîna bextewar tune ye Tu tiþtê mirov lê nayê, ne xwurtîya wî, ne qelsîya wî û gava ku bi hêvî hembêza xwe vedike sîya wî ya xaçekî ye Gava ku bi hêvî dilgeþîya xwe diqîre wê dieciqîne Jîyana wî jê bîyanî û êþeke bênav e Jîyana wî diþibe wan leþkerên bêçek Ku ji bo qedere din xwe girê dane Hiþyarbuna sibehê dê bi kêrî çîyê wan bê Ewên ku êvarî çek ji dest tên girtin Hêstirê xwe bigre ez bi gori û bêje Evîna bextewar tune ye Helbest: Louîs Aragon Werger: Cemîl Denlî Muzîk: Jan Axîn Ditirsim yar Carna yarê Navê mirov jî lê dibe bar Li serî dibe bela Navê mirov jî lê dibe bar Hingê çûyîn divê çuyin ax Ditirsim yar, ditirsim yar Yar ez diherim yar Bi xatirê te Bi sitranan re bûm heval Ketim nav helbestan û digirîm jî gava tu têyî bîra min Ditirsim yar, ditirsim yar Yar ez diherim yar Bi xatirê te Bila canê Jiyîn li min asê nebûya Roj neçûya ava Jiyîn li min asê nebuya Kengê çûyîn divêm çuyîn ax Ditirsim yar, ditirsim yar Yar ez diherim yar Bi xatirê te Gotin: Îbrahîm Seydo Muzîk: Jan Axîn Bajar Te got ez dê herim welatekî din zeryayeke din Helbet ji vîya çêtir wê bê dîtin bajarekî din Qey qeder e wî... Dest diavêjim çi bi pêsîra min ve dizeliqe Û tê bêjî qey meyîtekî veþarte ye dilê min Li ev bajarê beyar, wê hê pir bimîne hiþê min Ruyê xwe çawa diguhêrim li kuderê dinihêrim Derdikevin pêþberî min xopanên reþ yên jîyana min Salên xwe malmîrat kirin min belasebeb kambax kir Tu ê welaten din nebînî, wekî din zeryayan tu ê nebînî Û dev ji te bernade ev bajar, li eynî kuçeyan tu ê bigerî. Li eynî taxan tu ê pîr bibî Li eynî malan tu ê por sipî bikî Cihê tu ê herî û lê vegerî ev bajar e Yekî din hêvî neke Tu keþtî, tu rê nînin ji te re Li van quncikên biçûk li van deran tu xwe malxerab bikî Li hemû deverên cîhanê tu ê malxerab bimînî Helbest: Konstatînos Kawafîs Werger: Rênas Jîyan Muzîk: Jan Axîn Sinem Lê sînemê Çav mizgînê Fistan þînê Bejn þêrinê Sînêm, sînêm sînemê Sînema min Barê dilan Dam ser milan Sînem tu yî Rewþa gulan Sînêm, sînêm sînemê Sînema min Jê re vekir Derd û kulan Got e lawo Nakim dilan Sînêm, sînêm sînemê Sînemê Gotin : Jan Axîn Musîk : Jan Axîn Kul û kulîlk Ger ez ba bum a Min ê porê te bialasta Ger baran bum a Min ê xwe li nav çavê te bixista Îcar jî ji vê kulê nemrim Ji bilî kulîlkan Careke din hew hez dikim Xezalên tî avê vedixwun Ji golên çavên te Çukên baskokirî dilûsin li ser milên te Meþka xwînê ye ev dilê te Hevîrtirþê êvara ye kilê te Îcar jî ji vê kulê nemrim Ji bilî kulîlkan Careke din hew hez dikim Gotin: Rênas Jîyan Muzîk: Jan Axîn Delal Ku dil dîlber be lê xwe dîlber kî ye Eger dîlber dil be, lê navê dil çî ye Ez dil û dîlber tev lî hev dibînim Nizanim ku dil kî û dîlber kî ye Delal herdu çavê min qesrên te ne Nav herdu çavê min çîhê pîyên te ne Ditirsim tu bi xafil gav biavêjî Û bi mijangên min biêþin pîyên te Helbest : Baba Tahirê Uryan Muzîk : Jan Axîn Kerîm lawo çeqilmast Kerîm lawo çeqilmast Min meyan û nebû mast Kuçikê mexmer alast Bû koçerkê bi rast Kerîm lawo çeqilmast Ez çûme Þam û Heleb Anin sê bizinê celeb Yekê kor û yekê pîr A dinê bizina tiþtîr Bûm hemberê mala mîr Helbest: Baba Tahirê Uryan Muzîk: Jan Axîn Siwaro bajo Bajo, siwaro bajo Ku da dibe bila bibe Sekin min dikuje Li her qonaxê min gulek Li her gulê min dilek Li her dilê min kulek An jî mirinek divê Bajo, siwaro bajo Ku da dibe bila bibe Sekin min dikuje Wergera hestan çawa bikim Narîncokê mehîyan ji hêsiran Evîn ketin bextê çîtikan De bajo siwaro þev digirîn De heeey siwaro Di girîyê þevan de dinalim Di nalîne de diqêrim Di qêrînê da dil didim Di dildayînê de dimrim Bajo, siwaro bajo Ku da dibe bila bibe Sekin min dikuje Gotin : Jan Axîn Muzîk : Jan Axîn Keçikê bimeþ Keçikê bimeþ bimeþ Xulama wan çavê reþ Delalê bimeþ bimeþ Xulama wî kenê xweþ Ramusanekê bide min Tê bêje min sehet xweþ Min bang kir wê xweþkokê Þêrînê þemamokê Fîstanê wê dirêj e Encax digihê ser çokê Digihê ser kambokê Encax digihê ser çokê Ji wê de hatîye Heleb***8217; ê Heta bigihê Qamîþlokê Gotin û Muzîk: Miradko Xeydoka bajêr Xeydoka bajêr were Agir diþewite di çavê min de Min jîna xwe da te dest ne da Di hemu hêvîyê xwe da têk çum Lê çavên te jî nînin Di hemu þerê xwe da têk çum Lê destê te jî nînin Þilfî tazîme, þerpezeme Bes ne xem e, tu vegere Xeydoka bajêr vegere Hêsir difetisin di çavê min de Min jîna xwe da te dest ne da Gotin: Jan Axîn û Îbrahîm Seydo Muzîk: Jan Axîn [Üye Olmadan Linkleri Göremezsiniz. Üye Olmak Ýçin TIKLAYINIZ...] |
|
|
|
|