Register | Sifrenizi'mi Unutunuz ?
Close Panel
Kürtçe Radyo - Kürtçe Mp3 - Kürtçe Chat

f
Go Back   Kürtçe Radyo - Kürtçe Mp3 - Kürtçe Chat >
Aþk Doktoru > Þarký Sözleri (Lyrics) > Kürtçe Sarki SözLeri

Kayýt ol Yardým Üye Listesi Ajanda Arama Bugünki Mesajlar Forumlarý Okundu Kabul Et


Konu Bilgileri
Konu Baþlýðý
Said Yûsif / Said Yusuf / Saîd Yusuf
Konudaki Cevap Sayýsý
0
Þuan Bu Konuyu Görüntüleyenler
 
Görüntülenme Sayýsý
344

Yeni Konu aç Cevapla
 
LinkBack Bookmark and Share Seçenekler
Alt 17.05.10, 11:09 AM   #1
Kullanýcý Profili
Endamê Taybet
ArJin FaRqin - ait Kullanýcý Resmi (Avatar)
Kullanýcý Bilgileri
Üyelik tarihi: Apr 2010
Üye No : 10830
Mesajlar: 319
Rep Puaný : 10
Rep Derecesi : ArJin FaRqin is on a distinguished road
Standart Said Yûsif / Said Yusuf / Saîd Yusuf



Çawa tu herî / Çawa tê herî
Çawa tê herî, min li vir bihêlî
ji kê re girêdim vê xeml û xêlî
ji kê re bikenim, dilêm ji kê re vekim
j'kê re bêm lolo, kî bêje min lêlê

Çawa tu karî min bihêlî û herî
lê dizanim kengî tu li min vegerî
ji te hezdikim ez bê tirs ji berê
carek ez dîn bûme lawiko bi tere

ku tu xuya nekî, ji xwe ez tune me
li her demê ez li te hewce me
rihê me yek e, ez perçek ji te me
gava tu diêþî, can didim ji dilê

Oy felek
Oy felek ji bo çi te ez hiþtim ji hevalan
Emirê min çardehe ez xuya dikim mîna kalan
Carek bi tenê oy felekê mirada min te bi cî ne anî
Wa bi derd û kulan ev dilê min her dinale
Oy felek oy felek oy felek***8230;

Oy felek ji boy çi murada min bi cî ne anî
Maldarî li ba min çû feqîrîyê cem min danî
Wa hevalan ez bîr kirim teva piþta xwe didan min
Wa xudîya ez firotim bi erzanî
Oy felek oy felek oy felek..
Gotin û Muzîk: Seîd Yusif

Bes e
Min dilek girt û min dilek berda
Dilê min bûye kanya kul û derda
Te soz dida min te ez xapandim
Te ez xapandim nizam bû cara çenda
Bû cara çenda
Bes e***8230;
Bes e***8230;
Bese keçê dev ji min berde
Bes e***8230;
Bes e***8230;
Bese heyran dev ji min berde

Te xwe dixapînî lêlê min ji rê dibî
Bo te ez ranazim gulam heyanî sibê
Ez ne poþman im lê bi soz û peyman im
Lê tu nizanî wê çi bi serê te bê
Bes e***8230;
Bes e***8230;
Bese keçê dev ji min berde
Bes e***8230;
Bes e***8230;
Bese heyran dev ji min berde

Te soz her didan bi sond û peyman
Axir ji destê te lê sed carî eman
Te digo îro, sibe, yan serê salê
Alem zewicîn tenê ez û tu man
Tenê ez û tu man
Bes e***8230;
Bes e***8230;
Bese keçe dev ji min berde
Bes e***8230;
Bes e***8230;
Bese heyran dev ji min berde

Xwe neveþêre kubar
Xwe neveþêre kubar ser rûkê hêlîn e
Tu pir delal î canê rûyê te zêrîn e
Tu rû qirmizî, wek sêvê Xelatê
Tu xeber þekir î, lêvê te hungivîn e

Ro li min bûne sal bo te þêrîn yarê
Dil dike nale-nal derman bik kubarê
Zerya min çawxezal tûyî bûka tarî
Brînê min gelek kûrin tu wer bikewîne
Çavê min bûne newal tu bes min bigrîne

Ez ne xerîb im kubar xortekî gundî me
Ez evîndar im bawerke ez ne xwînî me
Çavêm qerimîn ji te bê hêvî me
Brînê***8217;m gelek kûr in tu wer bikewîne

Xwe neveþêre kubar ser rûkê hêlîn e
Tu pir delal î canê rûyê te zêrîn e
Tu rû qirmizî, wek sêvê Xelatê
Tu xeber þekir î lêvê te hungivîn e
Gotin û Muzîk : Seîd Yûsif

Jinê jinê
Jinê jinê jinê wey jinê
Tu taca serê minê
Jinê jinê jinê jinê wey jinê
Tu taca serê minê
Çendî tu bêjim tu hêja yî
Tu gul î û sebra dila yî
Li piþt min wek çiya yî
Hêjaye malê dinê

Kurdino min hêvî heye
Rêka cengê fire ye
Ciyê jinê tê heye
Jin jî ne kêmî we ye
Bextê we guh bidinê
Hêjaye malê dinê

Xelk tev çûne ezmana
Jin jî her tewlî wana
Jin jî wekî mêran e
Ê me bê xwendin mane
Li mal dimînin bi tenê
E***8217;li bextê we guh bidinê

Li cîhanê seranser
Jin dixwîne û diçe þer
Jina Kurdî tev gewher
Welatparêz xebatker
Dûr nekin ji xwendinê
Hêjaye malê dinê

Jinê jinê jinê wey jinê
Tu taca serê minê
Jinê jinê jinê jinê wey jinê
Tu taca serê minê
Çendî tu bêjim tu hêja yî
Tu gul î û sebra dila yî
Li piþt min wek çiya yî
Hêjaye malê dinê


Ez tî me
Tî me ez tî me ez tî me, li ser kaniyê min te dî
Ji xwe tu nizanî ez kî me, te av neda min û nekir fedî

Weke xerîba dihatim, bi wî çavî limin dinêrî
Te digo ji xwe min nasnakî, ji derda min dabû girî
Soz da bû cara sedî

Do bû bi serê min sond dixwar, me dabû hev soz û peyman
Go hatî go her tine hawar, wey bêbexta
Te ez hiþtim bê xwedî

Dil bir wê dil bir wê dil bir, felek serê min gerand
Kulê dilê min ê pir kir, mejî ji serî firand
Dil bir û nema didî
Gotin û Muzîk: Seîd Yusif

Rûken
Xwînþêrînê rûkenê delala dilê min bi tenê
Ka ew roja ez te bînim dest bavêjim wê gerdenê

Ezê çiya bihejînim, bi zor-bi xweþî wê bînim
Ji bo te ez ne sax im ez miriyê xwîna þêrîn im

Te ji vî dilî navêjim, ez evîndarê teyî ji mêj im
Sebra dilê min tu yî li her deverî dibêjim
Gotin û Muzîk: Seîd Yusif


Çûme Cizîrê
Ooof... çûme Cizîrê lê lê Cizîra Botan
Ax þahlûl û bilbil li hev bûne cote
Me gotinê evînî ji hevre digota
Xizêm wunda bû lê lê... li cem Mîrê Botan

Oof... çûme Cizîrê lê, Cizîr li wî alî
Keçkên Helebiya werne wî alî
Lê keçkên Estêliya werne vî alî
Lê keçkên Cizîriya werne vî alî
Lê ji kerbê delalê lê lê... ketme vî halî

Oof... çûme Cizîrê lê... Cizîr mezin e
Lê çûme Cizîrê Cizîr mezin e
Wele jê derketin ew birê jina
Çûme ya pêþî lê gelekî kin e
Çûme ya nêvî ne li gorî min e
Ez çûme ya dawî ew yara min e
Bavê wê bimre lê lê... ez nadim hina
Gotin û Muzîk: Seîd Yusif


Nazik û nazdar
Nazik û nazdara dila nazik û nazdar
Bi dest da min baqê gula dil birî yek car
Tu hem gul î hem rihan î, delala ruh û can î
Awirê çava li min danê, mame birîndar mame birîndar

Xewa þevê nizam çî ye dimînim þiyar
Agir bi dilê min ketiye ez dikim hawar
Ew roja te gul anî dil ji navê deranî
Çendî barê giran î li milê evîndar li milê evîndar
Nazik û nazdara dila nazik û nazdar
Bi dest da min baqê gula dil birî yek car
Tu hem gul î hem rihan î, delala ruh û can î
Awirê çava li min danê, mame birîndar mame birîndar

Rû wek heyva çardeha ku dibe êvar
Memik bi sînga ve gihan wek du heb hinar
Hawar çendî ciwan î wek tayek rihan î
Te ji xwe re dikim kevanî ez im malxweyê mal
Nazik û nazdara dila nazik û nazdar
Bi dest da min baqê gula dil birî yek car
Tu hem gul î hem rihan î, delala ruh û can î
Awirê çava li min danê, mame birîndar mame birîndar
Gotin û Muzîk: Seîd Yusif


Nofa
Endî ware peytaxtê lê lê...
Endî warê peytaxtê, keç xatûna li ser text e
Þûþa wiskî li dest te, ne te soz û ne bext e
Çima îznê nadî min, nîvsaatekî bême rex te
Lê lê***8230; Nofa

Amûdê ber bi bayê lê lê***8230; Nofa
Amûdê ber bi bayê, Dirbêsiyê ava ye
Li ser kaniyê xuyaye, çadira xorta vedaye
Nofa qîzek hêja ye, min li eslê Nofa pirsî
Nofa keça axa ye lê Nofa***8230;

Lê Nofa te zeriyê lê lê***8230; Nofa
Lê Nofa te zeriyê, zêra zerkê li eniyê
Xlulamâ te sipehiyê, ferze keça xelkê bû
Muhbeta dilêm ketiyê Nofa***8230;
Lê Nofa te zeriyê, zêra zerkê li eniyê
Ez xulama sîng sipîyê, bejin ji dara biyê
Xweska ez buyama gustilk, ketbama wê tilîyê
Ferzê keça xelkê bû, muhbeta dilêm ketiyê Nofa***8230;
Gotin û Muzîk: Seîd Yusif


Min dil da te
Min dil da te carek carek di nadim dil
Kul û derdêm bûn barek di serî de nema aqil

Xewa þeva li min diçû bi derda re dimam þiyar
Li min nema reng û rû ji evîna tey dijwar

Min dil da te poþman im te dil da ber derba þûr
Ez bi avê nizanim, te ez kirime behrek kûr

Dixwînim li ser yarê ez bi vî zimanî
Tu carî ji bîra min narê sebrê dil bîr nayê

Çi bi serê min kir evînê ez mame komek hestî
Hinav tev bûn wek xwînê roja te dil xwestî
Gotin û Muzîk: Seîd Yusif


Meþ ordekê
Wez ji teyran teyrê reþ im
Ha meþ meþ ordekê
Hemayloka bi neþîn im
Ha meþ meþ ordekê

Aþiqê keçka keleþ im
Ha meþ meþ ordekê
Aþiqê keçka keleþ im
Ha meþ meþ ordekê

Ez ji teyra teyrê sipî me
Ha meþ meþ ordekê
Ez ji teyra teyrê sipî me
Ha meþ meþ ordekê

Hemayloka bi rîþî me
Ha meþ meþ ordekê
Hemayloka bi rîþî me
Ha meþ meþ ordekê

Aþiqê keçka gundî me
Ha meþ meþ ordekê
Ez maþûqê keçka gundî me
Ha meþ meþ ordekê

Wez ji teyra teyrê þîn im
Ha meþ meþ ordekê
Wez ji teyra teyrê þîn im
Ha meþ meþ ordekê

Hemayloka bi neþîn im
Ha meþ meþ ordekê
Hemayloka bi neþîn im
Ha meþ meþ ordekê

Bo yarê ez har û dîn im
Ha meþ meþ ordekê
Bo yarê ez har û dîn im
Ha meþ meþ ordekê

Wez ji teyra teyrê zer im
Ha meþ meþ ordekê
Wez ji teyra teyrê zer im
Ha meþ meþ ordekê

Hemayloka dor bi ber im
Ha meþ meþ ordekê
Hemayloka dor bi ber im
Ha meþ meþ ordekê

Aþiqê keçka esmer im
Ha meþ meþ ordekê
Aþiqê keçka esmer im
Ha meþ meþ ordekê

[Üye Olmadan Linkleri Göremezsiniz. Üye Olmak Ýçin TIKLAYINIZ...]
ArJin FaRqin isimli Üye þimdilik offline konumundadýr   Alýntý ile Cevapla
Yeni Konu aç Cevapla

Paylaþ

Etiketler
saîd, yusif, yusuf


Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir)
 
Seçenekler



Tüm Zamanlar GMT +3 Olarak Ayarlanmýþ. Þuanki Zaman: 11:45 PM.


Powered by vBulletin® Version (Kapalýyýz)
Copyright ©2000 - 2012, Jelsoft Enterprises Ltd.
Türkçe Çeviri : Kürtçe Mp3 Ýndir
Tasarim MirBey