Register | Sifrenizi'mi Unutunuz ?
Close Panel
Kürtçe Radyo - Kürtçe Mp3 - Kürtçe Chat

f
Go Back   Kürtçe Radyo - Kürtçe Mp3 - Kürtçe Chat >
Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti,

Kayýt ol Yardým Üye Listesi Ajanda Arama Bugünki Mesajlar Forumlarý Okundu Kabul Et


Konu Bilgileri
Konu Baþlýðý
Roman û Jiyan
Konudaki Cevap Sayýsý
0
Þuan Bu Konuyu Görüntüleyenler
 
Görüntülenme Sayýsý
456

Yeni Konu aç Cevapla
 
LinkBack Bookmark and Share Seçenekler
Alt 15.01.10, 11:39 AM   #1
Kullanýcý Profili
EWiN@ DýL@
ZiL@n - ait Kullanýcý Resmi (Avatar)
Kullanýcý Bilgileri
Üyelik tarihi: May 2009
Bulunduðu yer: ÖnEmLi Mi?
Üye No : 1277
Yaþ: 38
Mesajlar: 12.162
Rep Puaný : 488
Rep Derecesi : ZiL@n is a glorious beacon of lightZiL@n is a glorious beacon of lightZiL@n is a glorious beacon of lightZiL@n is a glorious beacon of lightZiL@n is a glorious beacon of light
Standart Roman û Jiyan

Roman û Jiyan

Roman û jiyan du kelîmeyên -bêjeyên- gelek xweþ in. Bi maneya xwe, bi naveroka xwe xweþ in. Romanxwendin perçeyek ji jiyana mirov e. Xwendin û zanîn tehm û mane dide jiyanê. Jiyanê hîn xweþtir dike.

Her romanek dinyayek xwe heye. Mirov gava romanek dixwîne dikeve nav dinyaya wê romanê. Di dinyaya -cîhana- romanan de gelek tiþt hene. Bûyerên ecêp hene. Mirovên baþ û yên xirab hene. Mirovên qenc û yên hesûd hene. Derd, kul û êþ heye, lê dilþadî û bextiyarî jî heye.

Roman beþ bi beþ in. Tewir tewir in. Hinek romanên dîrokî ne, hinek yên evînî û felsefîk in. Romanên fantastîk hene, yên macerayê û casûsiyê, serpêhatiyên mêrxasiyê hene. Hinek roman gelek herîkbar in, mirov dikþînin nav xwe, mirov naxwaze dev ji xwendina wê berde. Romanên civakî hene, mirov gelek didin fikrandin. Romanên felsefîk hene, zanîstiya mirov pêþve dibin. Roman hene xwezayê û pêvajoya cîhanê bi mirov didin fêrkirin. Romanên bîranînê hene, yên ku li ser jiyana mirovek hatiye honandin, gelek xweþ in.

Zimanê romanan zimanek taybetî ye. Zimanek edebî ye. Haz dide mirov, di ruhê mirov de xweþbûnekê çêdike. Ewqas xweþ karanîna zimên di romanan de dibe. Di romanan de ziman bi rih û goþt dibe, jîndar dibe. Ji xwe yê ku ziman dewlemend dike zimanê romanan e, zimanê edebî ye.

Roman xwendin wek rêwîtiyek dûr û dirêj e. Yanî mirov di cîhanek nûh de derdikeve rêwîtiyek. Di vê rêwîtiyê de mirov gelek tiþt fêr dibe, gelek tiþt dibîne, gelek bûyer diqewimin.

Di nav edebiyata cîhanê de gelek romanên fantastîk hene. Xwendina wan gelek xweþ e. Em bibêjin ku di cîhanê de bûyerek gelek balkêþ qewimiye. Romannivîsek jî dixwaze romana wê bûyerê binivîse. Yan jî romannivîs dixwazê li gor fantaziya xwe bûyerek bide qewmandin û romana wê binivîse. Ev roman wextakû bi metoda romanivîsîna fantastîk bê nivîsîn hîn xweþtir dibe.

Hinek romanên þoreþgeriyê hene, wexta ku mirov wan romanan dixwîne, dibêje qey waye di nav wê þoreþê de jiyaye. Bûyerên cîvakî, çalakîyên þoreþgerî û pêkanîna þoreþê di wan romanan de gelek xweþ tê qalkirin.

Romanxwendin û nivîsnivîsandin bûye perçeyek jiyana min. Ez gelek roman dixwînim. Hem romanên bi Kurdî û hem jî romanên bi tirkî. Ji bo ku romanên bi Kurdî pirr hindik derdikevin, ez bi pirranî romanên wergerê yên bi tirkî dixwînim. Ez, du - sê mehan de carek lîsteyek pirtûkan amade dikim - pirrên wan pirtûk in, hinek jî kovarên çandî, edebî ne- û diþînim ji Tirkîyê dikirim, tînim.

Niha gelek romanên ku min xwendine li ser hev civiyane. Li cem min gelek kovar jî hene. Kîjan kovar bixwazin li cem min hene. Hemû kovar di arþîva min de ne. Ez ji kovaran gelek hez dikim. Ji bo kovaran hewesa min heye. Vê hewesê min bir ta kovar weþandinê. Lê ez bi derxistina weþana kovara HELWESTê dilþad im.

Roman û Trajedî

Di her romanê de tirajediyek heye. Trajedî qedera romanê ye. Her roman dinyayek e, cîhanek bi serê xwe ye. Roman di dema sedsala 18***8217;an de, di çaxê ronahiyê ku dest pê dike wek þaxeke edebî tê afirandin. Di bingeha romanê de kes, têkiliya sedem - encam û pêvajoya mezinbûyîn û stewandinê heye, gihaþtin heye. Di vê pêvajoyê de kes ji zemîna tahsok ya xeyalê dikeve zemîna dijraberî ya nerm ya rastiyê. Yanî di perwerdekirina rastiya jiyanê de derbas dibe. Di her romanê de aliyên wê yên trajîk hene. Trajediya mezin felsefeya platonîk dihebîne. Di vê trajediyê de lehengên gelek mezin hene.

Di hemû romanan de mijarên însanî tên qalkirin. Di gelek romanan de jî ji bo cîhaneke baþ þîretên axlakî tê dayin. Dostoyewskî, Kazanova, Forwes axlaqên li gorî xwe xas pêþkêþ dikin. Di her romanê de þîrovekirina nûh ya cîhanê heye. Di romanan de qahraman ***8211; Leheng - stero tîp nîn in, qareqter in. Xwendevan di þexsiyeta lehengan de paradoksa hundirê xwe dibîne. Ji bo wêye jî, ji romanên Dostoyevskî re tê gotin ku; romanên wî romanên pirdengîyê ne.

Nivîskarê Latîn Amerîkî Ostavîyo Paz dibêje ***8220;Romannivîs cîhanê ji nûve diafirîne. Berhema wî xeyal e - îmge ye.***8221; Di romanê de teknîk her diçe pêþve diçe. Teknîkên nûh tên bikaranîn. Wek tê zanîn roman sazkirineke kesayetî ye. Lê wek her þaxên hunerê mudaxeleyê pêkhatina civakê dike. Trajedîya kesayetî der dixe pêþ û vê mudaxeleyê bi dil ve zexim dike, bi hêz dike. Trajediya kesan dibe wek klawûzek, wek rênîþandanek, wek neynikeke tê pêþberê civakê. Romanên Kafka di vê hêlê de xwediyê nirx û payebilindiyeke mezin in. Gelek romannivîs di romanên xwe de rexne li civakê, li jiyanê, li cîhanê û li xwezayê digrin.

Di romanê de safî, paqijî û rasteqîniya trajîk anku rewþa trajîk heye. Roman her çiqas li ser vê rewþa trajîk rêveçûna xwe didomîne jî, di pêvajoya pêþveçûnê de gelek dîmenên rengîn digire û serketin û serfîraziyê bi dest dixe. Ji xwe wexta ku mirov li romanê dinêre li ser navê romanê edebiyateke standart dernakeve pêþberê mirov. Li gorî ku edebeyatzanan tespît kirine gelek cûre û þiklên romanê heye. Yanî cûre cûre roman hene. Roman ji bo ku þaxeke kompleks ya edebiyatê ye, mirov nikare wê yekpare îzah bike.

Wek min li jor got; cûre cûre roman hene. Yek ji wan cûre romanan jê jî romana dîrokî ye. Romanên dîrokî wek romanên din zêde tune ne, gelek kêm in. Romannivîsên ku romanên dîrokî dinivîsînin hindik in. Di romanên dîrokî de dîmenek ji dîroka gelan, netewan tê qalkirin. Carna hinek roman hinek demên dîrokî ji pirtûkên dîrokî baþtir bi mirov didin fêmkirinê. Di romanên dîrokî de rewþa civakê ya wê dema ku tê behskirin ji alî aborî, siyasî ve tê þîrovekirin û mirov dibe xwediyê agahdariyên berfireh yê wê dema dîrokî. Di romanên dîrokî de jî trajedî heye. Trajedîyên girîng û balkêþ. Trajedîyên ku di wê dema dîrokî de hatine jiyandin hene.

Di romanê de du meylên cuda derdikevin pêþberê mirov. Yek jê romanên estetîk in, yê din jî romanên populer in. Helbet ji derê van herdu meylan gelek meylên din jî hene. Di romanên estetîk de kes û trajedîya wî/wê kesî derdikeve holê. Di romanên weha de ya girîng dawî lê anîna trajedîya kesayetîyê nîn e. Rewþa trajedî car heye naqede, dom dike. Ji xwe ew kesê ku trajedîya wî/wê tê qalkirin çiqas dom bike, roman jî ewqas bi qîmet dibe, bi nirx dibe. Ev qîmet, nirxa sîfeta estetîkê jê re dike mal. Di romanên estetîk de rewþa trajedîk dom bike qî**** wê zêde dibe. Ji bo vê jî di gelek romanan de beþa dawî tune yan jî bi hawayeke muallak dawî lê tê. Lê di eslê xwe de yê ku diqede bi tenê nivîs e. Rewþa trajîk a wî/wê kesî di serê xwendevanan de dom dike.

Roman di kîjan demî de tê nivîsîn bila bê nivîsên, her dem însan û derdora însên tê qalkirin. Roman hunera sosyalîteyê ye jî. Her tiþtên ku ji romanê re dibin malzeme, nirxa wan ya hunerê heye, ji cîvakê re dibin mal. Sosyalîteya civakê rengîn dikin. Lewra roman bi xwe jî þaxeke hunerê ye.

Mirov wexta ku li romanên Kurdî dinêre, di romanên Kurdî de jî trajedî heye. Di romanên Ereb ***64257;emo de trajedî heye. Di romanên Mehmed Uzun de trajedî heye. Di romana Mehmed Uzun ya dawîn di ***8220;Tarî mîna mirinê, Ronî mîna evînê***8221; de trajedîya Baz û Kevok***8217;ê heye. Di rojek ji rojên Avdalê Zeynikê de trajedîya Avdal -ku nivîskar wî bi þêweyeke din afirandîye-heye. Di romana Suleyman Demîr ***8220;Gulê Sorê***8221; de trajediya du evîndaran heye. Û di gelek romanên Kurdî yên din de jî trajedî hene. Di romana Mustafa Aydogan ***8220;Pêlên Bêrîkirinê***8221; de trajediya dema me, trajediya modern ya bêrîkirinê heye. Di herdu romanên min de jî trajedî hene. Di romana min a bi navê ***8220;Kawa Marî - Mêkew***8221;ê de trajediya keçikek kurd heye. Di romana min a bi navê ***8220;Fîlozof***8221; de jî trajediya ronakbîrekî kurd, þexsiyetekî welatparêz, katibê ***64257;êx Seîdê nemir, Fehmîyê Bîlal heye.

Di romanê de pêþketin û guherînên nûh çêdibin. Dinya diguhire, roman jî diguhire. Teknîka nivîsîna romanê diguhire, nûjen dibe. Romanên Tolstoy, Dostoyevskî, Vîktor Hugo, Balzac û yên Susan Tamaro, Paulo Cuelho û Aleksandro Barîco ne wek hev in. Romanên berê her cîldê wê 300 - 400 rûpel bûn, yên niha wek cîld nîn in û her roman ji 150 rûpelî nabûre. Hinek romanên nivîskarên Îtalî 100 rûpel in. Civak çiqas pêþ bikeve, modern bibe, ji hêla îlîm û teknîkê ve çiqas pêþketin çêbibin di romanê de jî dê herweha pêþketin çêbibe. Yanê pêþveçûnên di Fîzîk, Astronomî û hemû þaxên îlmê li ser ramanên felsefîk û dîtinên edebî tesîreke mezin dike. Dîtin û ramanên felsefî û edebî jî li ser civakê tesîr dike. (Helbet ev nayê vê maneyê ku nihajî romanên dirêj nayên nivîsîn. Na, niha jî romanên dirêj tên nivîsîn, wek : Xezîneyên Akîmboldo ***8211;Hanjo Lehman 690 rûpel e, Medicus-Noah Gordon 636 rûpel e, Manîfêsta reþ- Frederick Forsyth 573 rûpel e û ev herdsê roman jî nû ne..)

Zimanê romanê divê gelek hêsan be. Zimaneke edebî, lê hêsan ku xelq jê fêm bike. Ji xwe maneya kelîmeya romanê di serî de ***8220;pirtûka ku bi zimanê gel hatiye nivîsîn***8221; bû. Mirov gava li sedsala 19***8217;an ya gelên Ewropa rojava dinêre, ew dem dema xurtbûn û pêþteçûna romanê bû, lê piþtê wê demê jî romanê pêþveçûna xwe domand e. Romanên wê demê bi zimanê xelqê hatibûn nivîsîn û li ser xelqê tesîr kiribû. Di dema ronasansê û reforman de çanda gelên rojava bi romanê formeke nûh stend. Roman bi vê forma xwe ya nûh bû haceta guherandina civakê. Roman bû xwediyê fonksiyonek girîng. Ev fonksiyona wê ya girîng hêj jî didome.

Bi kurtî, Roman hêj nûh e. Sê asir berê hatiye avakirin. Di esra 18 û 19an de gihîþtiye kemala xwe. Roman hêj jî ber bi pêþ ve diçe, bi teknîkên nûh dikemile. Di romanan de têkiliyên mirovan -însanan- yên bi hevdu re û bi xwezayiyê re bi hawakî berfireh û bi teferuat tê qalkirin, bi hunerî tê hîkayekirin. Di nav van têkiliyan de; ji pirsên ruhî hetanî rewþa aborî û gelek munasebetên din hene. Di hîkayekirina evîndariya du ciwanan de trajedî heye, munasebeta civakî ya wê deverê, wê heremê heye. Roman vekirin û derketina holê ya munasebeta civakî ye. Roman keþifekî nûh e, îcatekî nû ye. Teknîka avakirina wê tim tê guherandin, tê nûhkirin.


Romanên Dîrokî

Niha hem li dinê û hem jî li Tirkiyê gelek romanên ku li ser bûyerên dîrokî û li ser þexsiyetên dîrokî hatine nivîsîn gelek têne weþandin û pir jî têne firotinê. Romana li ser Fîravûnên Misrî, ya li ser Keleopatra, romana Îskenderê Mezin, ya Hanîbal, romanên li ser Omer Hayam û Hesen Sebah, întreseya xwendevanan dikþîne û gelek têne xwendin. Gelek nivîskarên biyanî û yên Tirk li ser Padîþah û Xanim Sultanên Osmanîyan gelek roman nivîsîne û ev romanên wan di seriya lîsteya firotina pirtûkan de cihên xwe girtine.

Roman û dîrok bi hevûdu ve eleqederin, bi hev ve girêdayîne. Romanek dema bê weþandin, ew roman dixwazî li ser dîrokê û dixwazî li ser bûyerên rojane ya dema nû be, piþtê demeke dûr û dirêj -yanê nabeynê de dem û dewran bibûre- ew roman jî dibe berhemek, belgeyek anku pirtûkeke dîrokî. Dema ku roman tê weþandin, þahîdê dema xwe ye, lê piþtê demeke ew jî dibe dîrok.

Romana dîrokî di sedsala 19***8217;an de bi romannivîs Walter Scott dest pê kiriye. Berhemên W. Scott, Balzac, Tolstoy, Pûþkîn, Dostoyevskî berhemên klasîk yên dîrokî ne. Di van berheman de kes û bûyer li gorê rastiya dîrokî hatine afirandin, lê gelek xeyal jî lê hatine zêdekirin. Berhemên Aleksander Dumas li ser bingeha macerayên dîrokî, wek çîrokên serpêhatinê, lê bi teknîk û forma romanê hatine nivîsîn.

Hinek romanên dîrokî jî li ser serpêhatiyên þexsiyetên dîrokî hatine afirandin. Her wekî romanên ku li ser Hz. Alî, Tîmûrleng, Raspûtîn, Kleopatra, Îskenderê Mezin, Hanîbal, Ramses, Hz. Musa û yd, hatine afirandin. (Di vir de hêjayê gotinê ye, ku þaristaniya misrî ya kevin gellek hikarî li mejiyê romannivîsan kiriye. Hinek roman jî hene ku ji vê cureya romanê re dibêjin romanên dîrokî yên fantaziyê, yan jî romanên fantaziyên dîrokî. Romana Catherîne Hermany ***8220;Wezîrê þevê***8221; , ya Mîka Woltarî ***8220;Evîndarên Bîzansê***8221; , ya Umberto Eco ***8220;Navê Gulê***8221; û hinek romanên Necîb Mehfoz û Amîn Maalouf di vê kategoriyê de ne. Di van romanan de dîrok û fantazî têkilhev dibe. Bûyerên ku di van berheman de têne qalkirin bûyerên dîrokî ne û bi fantaziyan hatine xemlandin.)

Dîrok di esasê xwe de þîrovekirin e. Li ser bûyereke dîrokî þîroveyên curbecur têne kirin. Li ser þexsiyetekî dîrokî gelek þîroveyên ji hev cuda têne kirin. Li ser jiyan û têkoþîna Hasan Sabah çar romanên cuda hatine nivîsîn. Li ser Harûnê Reþîd bi dehan çîrok û roman hatine afirandin. Di hinek romanên dîrokî de eynê wek vaqîanuseran bûyerên wan demên dîrokî, bi zimanekî çîrokî tên qalkirin. Di gelek romanan de jî hawayê mîstîk û bi þêweyên ****fîzîk bûyerên demên dîrokî têne afirandin.

Helbet armanca romannivîserên ku romanên dîrokî dinivîsîn, bûyerên dîrokî ronahî bikin nîn e. Ew bûyerên dîrokî li gorê haceta estetîkî li hevudu dihonin. Tiþtên ku însanan eleqeder dike di nav dekora dîrokî de qal dikin. Dekor dekoreke dewlemende û di nav vê dekorê de mirin, jiyan, evîn, tenêtî, hestên þehwetê, vijdan, dirustî, durûtî û herweha gelek tiþtên ku însanan eleqeder dike hene.

Di hemû romanên dîrokî de sazkirinên hunerî û edebî hene. Di bin ronahiya bûyerên çûyîn de ji ceribandin û tecrûbeyên çûyîn ders derxistin heye. Romannivîsên romanên dîrokî bûyerên çûyî li gor dema nû dinirxînin, lê îskeleta berhema xwe li gor demên dîrokî saz dikin. Di sedsala 19***8217;an de nivîskar Walter Scott bi nivîsa romanên dîrokî, rê vekir û gelek nivîskarên cîhanê li ser vê rê û þopê meþiyan û wan jî bi sedan romanên dîrokî nivîsandin. Hinek nivîskar di vê hêlê de bi serketin û berhemên pir bi qîmet yên giranbiha nivîsandin. George Lukacs dibêje ***8220;Serketina romanên dîrokî ev e ku, ew gihaþtin radeya destanan.***8221;

Di van demên dawîn de hinek nivîskarên Post-modernîst jî dest pê kirin û romanên dîrokî nivîsandin. Wan berhemên xwe bi þêweyeke nû, bi terzek nû nivîsîn û bi îmajan berhemên xwe xemilandin.



Romana Dîrokî û Hîcîv


Ez ji xwendina romanên dîrokî gelek hez dikim. Her dema ku romaneke dîrokî derdikeve, dikirim û dixwînim. Di salên 1970***8217;yî de rojnameyên rojane yên Tirkiyê romanan wek tefrîka her roj diweþandin. Di wan salan de du romanên balkêþ ku xwendina wan gelek xweþa min çû û ji bo wê jî min her roj rojnameya rojane dikiriyan û dixwendin. Yek jê romana ***8220;Rasputîn***8221; bû. Di wê romanê de têkilî û entrîkayên saraya kralê Rusan (Urisan) (peyva kral bi tirkî nîne, bi rusî ye) dihat behskirin. Ya din jî romana bi navê ***8220;Kleopatra***8221; bû. Kleopatra jî kralîçeya Misrê bû. Ji nesla Fîravûnan dihat. Di þerê navbera Misrê û împaratoriya Roma***8217;yê de, Misir têk çûbû. Împaratoriya Roma û împaratorê wan Sezar bi ser ketibû. Di nav Sezar û Kleopatra***8217;yê de hîsên evînî dest pê kiribû. Sezar bi Kleopatra re zewicî bû û jê kurik çêbûbû. Piþtê ku Sezar tê kuþtin, Kleopatra û generalê ordiya Roma***8217;yê Markos dibin evîndarên hev, ji hevdu hez dikin. Piþtê kuþtina Sezar, di þûna wî de Ostavîoz dibe serdarê împaratoriya Roma***8217;yê. Kleopatra û general Markos desthilatdariya împaratorê nû Ostavîoz qebûl nakin û li dijê împarator Ostavîoz þer dikin, lê bi ser nakevin. Împaratorê Roma***8217;yê yê piþtê Sezar, temamê Misrê dagir dike û dixwaze Kleopatra***8217;yê esîr bigre. Kleopatra ji bo ku esîr (destegîr) -dîl- nekeve destê leþkerên Romê, marê bi jehr berdide laþê xwe û xwe dikuje.

Piþtê van herdu romanan, di nav pêvajoya jiyanê de min gelek romanên din yên dîrokî (ji romanên dîrokî qesta min romanên ku li ser bûyerên dîrokî lê di dema me de hatine nivîsîn) xwend. Herî dawî min romana li ser Omer Hayyam û romana jiyan û têkoþîna bawermendê sofîstan, Helacê Mansur xwend.

Du qategoriyên romanên dîrokî hene. Yek jê; roman li ser bûyerên rasteqînî yên dîrokî û þexsiyetên dîrokî hatine hunandin. Ya din jî; li ser bûyer û kesên mîtolojîk hatine nivîsîn. (Her wekî romana Gilgameþ û Enkîdo.) Di romanên mîtolojîk yên dîrokî de, ew bûyer di dîrokê de bi rastî çêbûye yan nebûye û ew kes, ew leheng bi rastî hebûye yan tunebûye kes nizane. Qalkirina wan bûyer û lehengên mîtolojîk bi xeyalî hatine afirandin.

Roman û çîrokên ku behsa lehengê Yunanî Herkul û lehengê kurdan Mîrze Mihemed dikin, hemû jî xeyalî ne. Kesek nizane ku bi rastî jî Herkul û Mîrze Mihemed hebune yan na. Çîrokên gelêrî yên ku di nav kurdan de li ser Mîrze Mihemed têne gotin wek çîrokên hezar û yek þevî ne. Hemû jî xeyalî ne.

Di van çend salên dawîn de romannivîsên Ewropî metodek nû dane ber xwe. Nivîskarên romannivîs yên Ewropî destanên mîtolojîk ji nûh ve wek roman dinivîsin. Em bibêjin Homeros destana Îlyada nivîsiye, romannivîsekî niha vê destanê wek roman ji nû ve nivîsiye û weþandiye. Gelek bûyer û destanên mîtolojîk wek roman hatine nivîsîn. Her wekî destana Gilgameþ û Enkîdo, þerê Toroya***8217;yê û hwd bi þêweya romanê hatine afirandin. Li ser Fîravun***8217;ên Misrê, li ser Hz. Musa, Hz. Îsa, Hz. Muhammed, Hz. Alî, Hz. Suleyman û serdarê kokkurd (ne koka wî tenê kurd bû, ew bi xwe pir kurd bû) Selhadînê Eyubî, damezrevanê hêza fedaîyan Hasan Sabah, Siltanên Osmanî***8217;yan, çarên Rus***8217;an û lehengên bi nav û deng yên dîrokî, herwekî Robîn Hod, Willhelm Tell û Rustemê Zal, roman hatine nivîsîn.

Helbet romanên dîrokî, dîrok bi xwe nîn e. Lê di nav xwendevan û dîrokê de dikarin bibin pirek. Dîrok anku pirtûkên dîrokî yên îlmî-zanîstî pêvajoya civakan ya aborî, siyasî, çandî, civakî û psîkolojîkî dinirxînin, analîz dikin. Roman metnên edebî ne. Romanên dîrokî hinek aliyên civakî yê dîrokî radixe holê û bi hunerî hîtabê hestên mirovan dike. Romanên dîrokî ji îlmê dûrin, di wan de xeta û kêmanî gelek in û hêza manîpulasyonê zêde ye. Ev jî xwendevanan ber bi hîsiyatê ve dikþîne û li wan tesîr dike.

Nortrop Frye dibêje ***8220;Di gelek berhemên edebî de þêweyên komîk, romantîk, trajîk û îronîk hene. Di çîrokên gelek romanan de têkoþîna baþî û xirabiyê tên qalkirin.***8221; Îronîyên ku di romanan de hene gelek bala xwendevanan dikþîne. Di romana Don Kîþot da îronî heye. Puþkîn jî di ***8220;Çîroka Yevgenî Onegîn***8221; de þêweya îroniyê bi kar anîye. Di romanên klasîk de tîp û fîgurên ku ji alî nivîskaran ve hatine xulqandin tîpên balkêþ in û tîpên weha di nav civakê de tîpên nimune ne. Hinek lehengên romanan romantîk in, maceraperest in, hinek nihilîst in, hinek budala ne, hinek saxik in, hinek dîn in, hinek pir biaqil in, hinek bi îhtîras in. Hinek lehengên romanan hene ku bi karektera xwe tîpên navnetewî ne. Her wekî Hamlet û Don Kîþot. Hamlet ji ber fikrandinê nakeve hareketê, lê Don Kîþot qet nafikire û dikeve hareketê. Li vir du karekterên zidê hev derdikevin holê.

Di romana dîrokî Don Kîþot de hîcîv heye. Lê ev hîcîv, hîciveke basît nîn e. Di romanê de kurgu û teknîkek wisan hatiye pêk anîn ku bi afirandina tîpekî Don Kîþotvarî, ev roman hêjayiya xwe hetanî dema me berdewam kiriye.

Di gelek romanên dîrokî de mijara Hîcîvê heye. Hîcîv çiye? Hîcîv cureyek edebiyatê ye. Hîcîva gelêrî ya devkî heye û ya nivîskî heye. Hîcîv gelek kevn e, kevnbûna wê digihîþe dema Împaratoriya Roma***8217;yê. Hîcîwa bi nivîskî cara pêþîn di Konstantîniyê de, di dema dewleta Bîzans de hatiye nivîsîn. Nivîskarên edebiyata Bîzansê Horatîus, Persîus û Juvenal wek cureyeke edebî Hîcîv nivîsîne. Westayê berhemên hîcîvî yên navûdeng Arîstophanes, Dante û Cervantes in.

Di Rusyayê de jî nivîskarên hîcîvvan yên sereke Puþkîn û Kantemîr e. Li Fransayê jî nivîskarên hîcîvvan xwestine hîcîva dema Bîzansê ji nûh ve jîndar bikin û di vê hêlê de gelek berhem nivîsîne. Serkêþiya Hîcîvvanên Fransayê jî Boîleau kiþandiye.

Hîcîv bingeha xwe ji bûyerên civakî distîne. Nivîskarê Hîcîvvan li hember bûyerên civakî hêrsê xwe û xemgînîyên xwe bi metoda hîcîvê tîne zimên. Di berhemên hîcîvî de perwerdekirin jî heye. Bingeha hîcîvê li ser rexneyan ava dibe. Di gelek deman de nivîskarên hîcîvvan bune dengê civakê û li hemberê bêdadiyê, bêhizûriyê derketine. Di hîcîvê de hedef þexs in, kes in, sazuman in.

Hîcîv jî wek komedya û parodî, dîrek hîtabê xelkê dike. Di edebiyatê de Hîcîv þêweya herî demokratîk e. Di nav civakê de berhemên hîcîvî berhemên herî populer in. Umberto Eco jî di romana xwe ya ***8220;Navê Gulê***8221; de -ku romaneke dîrokî ye- Hîcîvê bi kar tîne. Berhemên edebî yên ku li gor þêweya Hîcîvê hatine afirandin di her demî de desthilatdarên sazumanperestan daye tirsandin.

Li Rusyayê nivîskarê Hîcîvvan Kantemîr di nivîsên xwe yê hîcîwî de reformên civakî parastiye. Rexne li kesên ku tinazên xwe li zanînê kirine, girtiye. Rexne li kesên muhafazakar û ew kesên ku sazûmana kevnare diparastin digre. Têkiliyên edebiyata hîcîvî her tim bi jiyan ve, bi civakê ve hebûye. Nivîskarê navdar yê Rusî Puþkîn berhemek gelek balkêþ nivîsiye û weþandiye ku ev berhema wî Hîcîv e. Navê berhema wî ***8220;Ji sansurvanekî re nameya vekirî***8220; ye. Wî bi vê nivîsa xwe serî li hember sansurê rakiriye û li dijê qedexebûnê derketiye. Ji bo Hîcîvê Davîd Perkîns dibêje ***8220;Di nav hemû çîrokan de ew ya herî bi êþ e. Bi êþ e, lewra me dide kenînê.***8221; Nivîskarekî bixwaze dikare bi rengê þanoyê, bi rengê helbestê yan jî bi rengê çîrok û romanê jî hîcîv binîvîse. Ew hendî di destê nivîskar de ye, çawan bixwaze dê weha binivîse.

Di berhemên edebî de nivîskar bi metoda hîcîvê li nakokiyên nav însanan bi çavekî henekî dinêre û rexneyan dike. Hîcîv beþekê edebiyatê ye. Di edebiyata kurdî de berhemên hîcîvî kêm in. Lê edebiyata kurdî ya devkî ji alî hîcîvê ve dewlemend e. Lê çi heyf ku, ji alî nivîskî ve ev dewlemendî xwe nîþan nade.

Di bingeha hîcîvêê de êriþ heye, hîcîv bi rexneyê pêþ dikeve, dewlemend dibe. Lê di hîcîvaa Kurdî de êriþ û rexne kêm heye. Hîcîv, bi tinazbûnî li Cîhanê nêrîn e. Di nav gelek civakên Cîhanê de mesajên civakî yên herî balkêþ bi riya hîcîvên siyasî têne dayîn. Lê, çi heyf di masmediya Kurdî de hîcîvên siyasî tune ye.

Di edebiyata Kurdî ya devkî de hîcîv ciheke girîng digire. Divê hîcîvên gelêrî bêne berhevkirin û weþandin. (Nivîskar Cankurd dibêje; li nav Kurdan Hing hebûn û di rastiya xwe de Hing û Hîcîv mîna hev in..)
ZiL@n isimli Üye þimdilik offline konumundadýr   Alýntý ile Cevapla
Yeni Konu aç Cevapla

Paylaþ

Etiketler
jiyan, roman, roman û jiyan


Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir)
 
Seçenekler


Benzer Konular
Konu Konuyu Baþlatan Forum Cevaplar Son Mesaj
Serhado Sarki SözLeri B@r@N Kürtçe Sarki SözLeri 1 01.04.10 01:58 AM
bu roman okunmalý güzel bir roman muþlu-reþo Kitap Özetleri e-kitap 0 27.01.10 12:18 PM
batý edebiyatý roman özetleri BeDirhAn Kitap Özetleri e-kitap 0 02.01.10 02:46 PM
Aka GÜNDÜZ DýLêYaRê Türkçe-Edebiyat 0 27.12.09 10:36 PM
Roman Fýrtýnasý 2 - Sezen [2oo7] mirbotan radyo Türkçe Albüm Tanýtým 0 04.04.09 01:25 PM


Tüm Zamanlar GMT +3 Olarak Ayarlanmýþ. Þuanki Zaman: 11:50 AM.


Powered by vBulletin® Version (Kapalýyýz)
Copyright ©2000 - 2012, Jelsoft Enterprises Ltd.
Türkçe Çeviri : Kürtçe Mp3 Ýndir
Tasarim MirBey